Jinên Mexmûrê tecrîd şermezar kirin

  • 13:55 27 Adar 2019
  • Rojane
MEXMUR - Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn di nêrînên xwe de bal kişand ser tecrîd û greva birçibûnê û wiha gotin: "Hevalên me li dijî tecrîdê xwe feda kirin, Em heta dawiyê li ser şop û doza zarokên xwe ne."
 
Grevên birçibûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin didomin. Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) der barê şikandina tecrîd û grevên birçibûnê de nêrînên xwe anî ziman. 
 
'Rabin ser piyan'
 
Dayika Gulê Ozek bal kişand ser nêzikatiya CPT'ê û  xwe wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bangawaziya min ji bo hemû Gelê Kurd ewe ku rabin ser piyan, her wiha ez bang li CPT dikim dawî li tecrîdê bîne. Zarokên me di zindanan de çalekiyên can bexşane dikin û dawî li jiyana xwe tînin, êdî wijdan ewqas qebûl dike. Divê Erdogan destê xwe ji xwîna kurdan vekêşe, êdi bese zarokên me bi işkencê jiyana xwe ji des didin. Em heya dawî li ser şop û doza zarokên xwe ne, em êdi zilmê qebûl nakin sebrame hew tê. Serkeftin ya Gelê Kurde, tekçûn jî para faşîzmê ye."
 
'Berxwedêran slav dikin'
 
Ciwana bi navê Nudem Yaman jî berxwedêrên greva birçibûnê slav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cudî vê tecrîdê şermezar dikîn bî ruhê berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok ku bi mehane ketine greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger, wan pîroz dikîn û berxwedana wan silav dikin. Ev demek dirêje berxwedaniyek bê hempa li Kurdistan û tevayî cîhanê a Gelê Kurd heye. Armanca vê berxwedanê li dijî tecrîda li ser Rêberê me ye. Leyla Guven yekem berxwedanvana vê grevê ye, em dibêjin bi ruhê berxwedana wê emê heya dawî çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
'Dest ji berxwedanê bernadin'
 
Nudem di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser tecrîdê û wiha pêda çû: “Weke tê zanîn ev hefteyeke ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cudî jî di zindanên Bakurê Kurdistan'ê de ketine grevên birçibûnê, 5 hevalên me ji bo şikandina tecrît û îşkenceya girankirî xwe feda kir. Armanca wan ewe ku Gelê Kurd ji vê xewa giran rabin. Paçê reş yê li ser wan hatî pêçandin rakin û tecrîda li ser Rêbertiya xwe rakin.” 
 
Nudem bi van gotinan dawî li axiftina xwe anî: “Em wekî ciwanên Wargehê heta Rêbertî azad nebe em dest ji berxwedana xwe bernadin."