Dayikên Aştiyê: Ji bo dengê me bê bihîstin gerek em bibin AKP'yî?

  • 13:23 27 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê li Şaxa ÎHD'a Amedê derbarê grevên birçîbûnê ya li welat û li derveyî welat de daxuyanî da û got:"Ji ber ku em Kurd in dengê me nabihîsin? Qey gerek em AKP'yî bin ji bo dengê me bê bihîstin?"
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê li Şaxa ÎHD'a Amedê derbarê grevên birçîbûnê ya li welat û li derveyî welat de daxuyanî da û got. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nezhat Teke ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de bê bihîstin. 
 
'Bila ji laçika li serê me fedî bikin'
 
Nezahatê diyar kir ku ew jî dixwazin dest bi greva birçîbûnê bikin lê girtî destûrê nadin û wiha domand:"Madem ew ê mirinek çê bibe bila em bimirin ne zarokên me. Zarokên me dibêjin em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Êdî bes e. Dinyayê çavên xwe û guhên xwe girtiye. Ji girtîgehan 4 cenaze derketin. Çima çareseriyek nayê dîtin. Suleyman Soylu derbarê zarokên me de dibêje "Ew bi xwe  teslîmî me bûn. Li hundur hevalên wan ew kuştin". Ev gotinan çareseriyê nîne. Madem tu ewqas baş e çima tu çareseriyekê nabîne? Ne rast e. Bila tu kes bi hestên dayikan nelîze. Yên ku zilmê dikin û çareseriyê nabînin bila ji laçikên serê me fedî bikin."
 
'Ji ber ku em ne AKP'yî ne dengê me nadin bihîstin?'
 
Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nurten Gul axivî û got:"Li derve ne aramî ne jî tenduristiya  me maye. Medyay tirkan tiştên ku tên jiyîn nade. Ji ber ku em ne AKP'yî ne dengê me nadin bihîstin? Çawa kezeba dayikan dişewite bila ya wan jî bişewite. Emine Erdogan zarokê xwe di qesr û qonaxan de mezin dike. Çi zarokên me dixwazin? Heta ku tecrîd bi dawî nebe zarokên me dê dev ji greva birçîbûnê bernedin. Em ê jî heta  dawiyê li pişta zarokên xwe bin. Hilbijartin ne çareserî ye. Vê yekê bizanibin êdî."
 
Berteka li dijî bêdengiyê 
 
Herî dawî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raife Ozbek got:"Êdî bes e, ji bo vê pirsgirêkê çareseriyê bibînin. Parlamenterên Kurd ên di nava AKP'ê de qey fedî nakin? Çima hemû kes ewqas bêdeng in. Ev 4 meh in parlamenterek derneketiye û behsa greva birçîbûnê nekirine. Ma mirovatiya we wiha ye?"
 
Daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.