TJA: Em ê bibin dengê berxwedêran

  • 12:21 27 Adar 2019
  • Rojane
AMED - TJA, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser çalakiya Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar û wiha got: "Divê em bibin dengê berxwederên grevên birçibûnê. Dê têkoşîna me heta tecrîd bişkê dê bidome."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser greva birçibûnê û çalakiya Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar û wiha got: "Li dijî tecrîdê girtiyên siyasî û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ketin greva birçibûnê, her ku diçe grev belav dibe. Lê niha grev hatiye asteke xeternak."
 
Di daxuyaniyê de qala çalakiya Ayten, Zehra û Medyayê hat kirin û wiha hat berdewamkirin: "Rêhevalên me Ayten, Zehra û Medya bi çalakiya xwe bûn pêşengên têkoşîna azadiya jinê. Berxwedêr bi bawerî û werektiya xwe rûyê faşîmz û zilma AKP-MHP'ê teşhîr kir. Li dijî tecrîdê û ji bo berxwedêrên grevên birçibûnê jiyana xwe ji dest nedin çalakiya fedaî pêk anîn. Bi çalakiya xwe banga bi hestiyariyê hat kirin."
 
TJA di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî cenazeyên Ayten, Zehra û Medyayê û wiha dom kir: "Cenazeyên hevalên me ji hela polîs û cendermeyan ve bi korsanwarî hat revandin û hat defînkirin. Ev tişt nîşaneya tirsa faşîzma AKP-MHP'ê ye. Bi van êrîşan civakê berbi tarîtiyê ve dibin. Lê bi hezaran jinên û girtî têkoşîna xwe bêtir bilind dike û berxwedana xwe didomîne. Têkoşîna me heya tecrîd bişkê dê bidome."
 
TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî: "Di serî de gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û civakê lêgerîna xwe bidomîne û têkoşîna xwe bidomîne. Em bang dikin ku bibin dengê Leyla Guven û girtiyên zindanan."