Rêxistin û saziyên sivîl ên civakî yên Wanê: Bila tecrîd bi dawî bibe
- 12:12 27 Adar 2019
- Rojane
WAN - Rêxistin û saziyên sivîl ên civakî yên Wanê, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê bang li îktîdarê kirin û xwestin tecrîdê bi dawî bikin.
Rêxistinên demokratîk û saziyên sivîl ên Wanê, bi armanca balê bikişînn ser daxwaza hezaran girtiyên li girtîgehan û seden kesên li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne bi hevre daxuyanî dan û ji îktîdarê xwestin tecrîdê rakin. Rêveberê Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan aTirkiye (TİHV) têkildarî çalakiya greva bircîbûnê li Baroya Wanê civina çapemeniyê pêk anîn. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî dest bi grevê kir li hemû girtîgehan zêdeyî 6 hezar girtî di grevê de ne û wiha got: "Ji bo tecrîdê şermezar bikin 4 girtiyan li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîn. Van bûyerên li zindanê em xemgîn kirine. Van mirovan li dijî pergala tecrîd û îzolasyona li dijî hiqûqê dest bi çalakiya grevê kirine. Dixwazin li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tecrîd bi dawî bibe. Dengê girtiyan hatiye bihîstin. Cemaweriya demokratîk ji ber rêveberiya hilbijartina herêmî berteka pêwist nedîtiye û bi îktîdara siyasî re hevdîtina pêwist nekiriye.
Zulkuf, xwest êdî kes dawî li jiyana xwe nîne û van çalakiyan erê nakin û wiha got: "Malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, destûr nedane ku malbat li gorî daxwaza xwe cenaze defin bikin. Heq û hiqûqa definkirina cenaze binpê kirine. Malbatan li gorî bawerî û çanda xwe nekarîne ku cenazeyên xwe defin bikin. Polîsan şev nîvê şevê bi lez û lez cenaze ji malbatê revandiye û li dijî bawerî û kevneşopiya civakê defin kirine. Destûr nedane ku malbat merasima cenaze pêk bîne. Divê Îktîdara siyasî dawî li bêhurmetiya li hemberî cenazeyan bine. Divê heyetên serbixwe yên tenduristiyê karibin biçin biçin li girtigehan lêkolîn bikin. Daxwazên girtiyan daxwazên demokratîk in. Divê îktîdara siyasî vê berpirsiyariya xwe bibîne. Divê demek beriya demekê daxwazên girtiyan pêk bîne. Divê rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan jî li hemberî van daxwazan bêdeng nemînin û têkevin nava tevgerê. Divê ji bo tecrîd bi dawî bibe û kesên ketine grevê zerar nebinin têkevin nava tevgerê. Em herî dawî diyar dikin ku tecrîd li dijî rêgez û pîvana Mandella ya Neteweyên Yekbûyî (MY) ne. Dîsa li dijî Qanûna Bingehîn û Qanûna Tedbîrên Ewlehiyê û Înfaza Ceza ya hêjmar 5271'an e. Em bang li îktîdra siyasî dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.