Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn dest pê kir

  • 11:46 27 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi diruşma `Ji hevpeymana civakî ya Sûrî ber bi serdema nû ya demokratîk ve` diyaloga Sûr-Sûrî dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna ji hundirê Sûriyê kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnemevan, nûnerên partî û rêxstinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên Muxalefeta yên hundê Sûriyê Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedir Xan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutleya Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecid ya Sûrî, Şepêla Niştmanî ya Demokratîk ji Ilmaniye yê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya xebata Nîştmanî, Şepêla Guhertinên Aştiyane, Êlên Ereban, Koalîsyona Niştmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûrî ya Netewî ya Civakî, PYD û partiya sûriya pêşeroj û meclisa jinên sûriyê û gelek rêxistin û partiyên din jî beşdar bûn. Ji derveyî Sûriyê jî nûnerên Şepêla Çepger a Şoreşgeran, Partiya Destûra ya Sûriyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratîjîk, Şepêla Sûriyê ya Sererastkirinê, Şepêla Nîştimanî ya Azad û serokê berê yê Itîfaqa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û muxalefetê Besam El Malik beşdar bûn. Li eywana Newroz ya Kobanê 3'emîn diyaloga Sûrî-Sûrî dest pê kir.
 
Diyalog Sûrî-Sûrî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê jî Cîgirê meclîsa rêveber yê Kobanê Mihmed Şahîn wiha axivî: "Kobanê li hember dijminên Sûriyê  bi serket, bi vê serkefinê re maskên dijminên hemû gelê Sûriyê jî eşkere bû. Divê her tim di bîra me de be ku gelê me têne qetil kirin û axa me tê dagir kirin. Axa me gelek dewlemend e ku em dikarin aloziya xwe di nava xwe de çareser bikin û em berê xwe nedin maseyên derve. Ji bo vê jî hêvî û bendewariyên me ew in ku çawa Kobanê bû qada bi dawî anîna teroroê, Kobanê bibe maseya çareser kirina aloziya Sûriyê jî."  
 
Hevserokê MSD`ê Riyad Derar wiha axivî: "Me pêvajoya xwe ya yekemîn a rizgarkirina Sûriya ji terorê bi dawî kir, niha jî me dest bi pêvajoya xwe ya duyemîn kiriye, ew jî ya siyasî ye ku em bi vê riyê hemû hêvî û xeyalên gelê Sûrî bi cih bînin. Sûriyê bûye pariyekî di devê her kesî de, loma divê Sûrî vegere nava destên gelên wê."
 
Ev diyalog wê du rojan bidome. A niha maseya yekemîn ku Destûr û Rêgezên Destûra Sûriyê ya bingehîn di roja îro de werin nîqaş kirin dest pê kir.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ku MSD`ê di 18`ê Tîrmeha 2018`an de de diyaloga 1'emîn li dar xist û di 28`ê Mijdara 2018`an de jî diyaloga 2'emîn li dar xistibûn.