Li Başûr di 2 mehan de hezar û 532 bûyerên şîdetê
- 11:11 27 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê li gorî agahiyên fermî di nav du mehan de hezar û 532 bûyerên şîdetê li hemberî jinan pêk hat.
Rêveberiya Giştî ya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li hemberî Jinan û Malbatê bîlançoya şîdeta ku di du mehan de li başûrê Kurdistanê li hemberî jinan pêk hatî eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di 2 mehan de hezar û 532 bûyerên şîdetê li hemberî jinan pêk hatine. Li gorî bîlançoyê Hewlêr û Raperîn di warê kuştinê de li pileya yekemîn de ne. Di warê xwekuştinê de Soran, di warê xweşewitandin û şîdeta zayendî de Silêmanî yekeme. Her wiha di warê gilîkirinê de jî Hewlêr di rêza yekem de ye. Dîsa ev bûyerên ku di hêla fermî de tên zanîn, yên ku nayên zanîn zêde ye.
Rêveberiya Giştî ya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li hemberî Jinan û Malbatê li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya şîdeta li Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî jinan di meha Çile û Sibatê de pêkhat weşand. Li gorî bîlançoyê, şîdeta li hemberî jinan li gorî du mehên destpêkê ya sala 2018'an zêde bûye.
Bîlançoya şîdeta li hemberî jinan a mehên Çile û Sibatê ya li Herêma Kurdistanê çêbûyî wiha ye; 5 jin hatine qetil kirin, 7 bûyerên xwekuştinê, 36 bûyerên şewitandina jinan, 12 bûyerên xweşewitandinê, hezar û 446 giliya şîdetê hat kirin, 26 bûyerên şîdet û destdirêjiya zayendî hat tomarkirin. Bi giştî hezar û 532 bûyerên şîdetê hatine tomarkirin."