Li Êlihê gel li dijî tecrîdê meş li dar xistin

  • 10:46 27 Adar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi sedan kes hatin gel hev û bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û tecrîdê protesto bikin di demên hemwext de meş hat lidarxistin. 
 
Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Êlihê bi boneya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û ji bo piştevaniya greva birçîbûnê li taxên Baglar û Petrolkentê meş li dar xistin. Bi sedan welatî beşdarî meşên hatin li darxistin bûn. 
 
Di meşa li Taxa Baglarê ya ji Parka Zozanê dest pê kir welatiyan wêneyên Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar yên li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîn hildan û pankarta “Tecrîdê rakin bila mirin rawestin” hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û Bijî berxwedanan zîndanan” berz kirin. Di meşa ku jin û ciwanan pêşengî kir de welatî jî derketin şaneşînên xwe û piştgirî dan meşê. Meş li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya taxa Baglarê bi dawî bû. Piştî meşê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî daxuyanî da û wiha got: “Îktîdara siyasî li dijî gelê kurd dijminatiyê dike. Di vê serdema em tê de ne tunekirina me dixwazin. Binêhirin ji ber neçareserkirina daxwazan, mirov dawî li jiyana xwe tînin. Em wek wekîlên vî gelî ji ber ku me nikaribû van mirinan rawestînin û di herikandina rondikên çavan de sûcê me jî heye. Lê heke em hemû bi hev re hestiyar bin û têkoşînê bikin."
 
Li buroya hilbijartinê ya Taxa Petrolkentê jî bi sedan welatî li hev kom bûn û heta Parka Mehmet Sîncar li dijî tecrîdê meş li dar xistin. Welatiyan di meşa Petrolkentê de jî pankarta “Tecrîdê rakin bila mirin werin rawestandin” vekirin û meşaleyan pêxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û Dayikên Aştiyê beşdarî meşê bûn. Welatiyan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedanan zîndanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî daxuyaniya kurt a parlamenter Îpekyuz çalakî bi dawî bû.