Li Erziromê jinek hat qetilkirin

  • 10:39 27 Adar 2019
  • Rojane
ERZIROM - Li Palan dokenê Ozgur P. jina ku xwest xwe jê berde Seher P. Qetil kir.
 
Li navçeya Palandoken ya Erziromê mêrê bi navê Ozgur P. jina bi navê Seher P. ku xwest xwe jê berde piştî ji edliyeyê derket qetil kir.  Di bûyera ku duh qewimî de, Ozgur P. li kolanê bi çekê êrîşî Seherê kir û ew giran birîndar kir. Seheera ku giran birîndar bû bi Ambulansê rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Lêkolîn û Perwerdê. Seher li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Ozgur P. yê ku piştî bûyerê xwest bireve hat binçavkirin û lêpirsîna wî li emniyetê berdewam dike.