Çalakiya Leyla Guven di roja 140'an de ye

  • 10:11 27 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 140'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 140'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.
 
Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 127'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 101'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 67'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 71'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 74'an de berdewam dike.  Herwiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 102'yemîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. 
 
Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim  Dag 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pêkirin jî berdewam dike. 
 
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
 
Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 80'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 71'an a greva birçîbûnê de ye. Îhsan Sînmîş 1'ê Adarê dest bi grevê kiribû û di 11'ê Adarê ji Girtigeha Sîlîvrê yê tehliye bû, li mala xwe ya Kuçukçekmeceya Stenbolê greva xwe didomîne. Ferdî Karabayê di 1'ê Adarê de dest bi greve kiribû jî di 22'ê Adarê Girtîgeha Tîpa F ya Bûcaya Kiriklarê tehliye bû û li mala xwe greva birçibûnê didomîne. 
   
Li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erzirûmê girtiya bi navê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
Hevserokê Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîs (SGDF) Okan Danacı û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî Beren Atici, berdevkê Hezên Şoreşger a Civana (DEV-GUÇ) Ozgur Sazlık, Hevberdevka Meclîsa Civanan a HDP'ê Emîn Kaya, Civanên Demokratîk a Nû, Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH) û nûnerên YDG duh Leyla Guven ziyaret kir.