Jinên Efrînê: Dê bi pêşengî û hêza jinê Efrînê jî bê rizgarkirin

  • 09:59 27 Adar 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê û Şehbayê rizgarkirina Dêre Zorê pîroz kirin û gotin:"Em di wê hêviyê de ne ku ew ê Efrîn jî bê rizgarkirin û em ê rizgariya Efrînê jî pîroz bikin."
 
Di 23'ê Adarê de şervanên YPJ/YPG û QSD'ê bi daxuyaniyek fermî têkçûyina DAIŞ'ê ya li Dêra Zorê ragihandin. Têkildarî mijarê de jinên Efrînê û Şehbayê yên ku rizgariya Dêra Zorê pîroz kirin gotin:"Bi pêşengiya jinê me Dêra Zorê rizgar kir. Dê bi pêşengî û hêza jinê Efrînê jî bê rizgarkirin."
 
'Em ê çeteyan ji Efrînê derxin û carek din ala azadiyê li Efrînê rakin'
 
Jina bi navê Resmiyê Ehmed Muhemed wiha got:"Şervanên YPJ/YPG û QSD'ê li Dêr Zorê dawî li DAÎŞ anîn. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û rizarkirina Efrînê jî pîroz bikin. Em ê çeteyan ji Efrînê derxin û carek din ala azadiyê li Efrînê rakin." 
 
'Serkeftin a gelê têkoşer e'
 
Her wiha jina Ereb Xedîce Ehmed wiha got:"Rizgarkirina Dêra Zorê taybet û bi nirx e. Bi taybet jî ji bo jin û zarokan. Çimkî herî zêde wan zilim dîtin. Em ê bi vê hêz û vînê Efrînê jî rizgar bikin. Serkeftin a gelê têkoşer e."
 
'Heta ku hemû derê Sûriyeyê ji çeteyan bê rizgarkirin em ê li berxwe bidin'
 
Jina Tirkmen Ayşe Muhemed rizgarkirina Dêr Zorê pîroz kir û got: "Em wek jinên Şehbayê pir kêfxweş in bi vê serkeftinê. Şervanên YPJ'ê tola jinên Êzidî hilgirtin. Em ê çeteyên tirkan ji Efrînê jî derxin. Heta ku hemû derê Sûriyeyê ji çeteyan bê rizgarkirin em ê li berxwe bidin. Em di wê hêviyê de ne ku ew ê Efrîn jî bê rizgarkirin û em ê rizgariya Efrînê jî pîroz bikin. Bi pêşengiya jinê me Dêra Zorê rizgar kir. Dê bi pêşengî û hêza jinê Efrînê jî bê rizgarkirin."