'Di Pêngava Bagera Cizîrê de rol û misyona ragihandinê girîng bû'

  • 09:45 27 Adar 2019
  • Rojane
DÊRA ZORÊ - Nûçegîhana ELAN TV Ronak Şêxê derbarê şopandina Pêngava Bagera Cizîrê de axivî. Ronakê got:"Tevî hemû astengiyan jî me dîmen û wêneyên ku rastiya hovîtiya DAÎŞ’ê nîşan didan ji raya gitşî re ragihand. Em ê her li dû şopa ragihandina rastiyan be."
 
Rol û mîsyona ragihandinê ya ji civakê gelek girîng e. Bi taybet di nava şert û mercên dijwar de şopandin û ragihandina rastiyan zehmet û girîng e. Gelek rojnamegeran di dema ragihandina rastiyan de jiyana xwe ji dest dane. Gelek jî bi pêkanînên dijwar rû bi rû hatine hiştin. Nûçegîhana ELAN TV Ronak Şêxê derbarê şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya ku di nava şert û mercên dijwar de hat şopandin de got:"Di Pêngava Bagera Cizîrê de rol û misyona ragihandinê girîng bû. Peywira me ew e ku di nava her şert û mercan de em li dû şopa heqîqetê bin. Gelek hevalên me di dema ragihandinê de bedelên giran dan. Em ê her li mîrateya wan jî xwedî derkevin."
 
'Cîhan matmayî ma'
 
Ronakê wiha got:"Ev nêzî 2 sal in  ku ez  pêngavên ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir dişopînim. DAÎŞ'ê heta niha bi dehan komkujî pêk anî. Bi taybetî li dijî Jinên Êzîdî pê kanî. Îro jin tola xwe bi xwe hiltîne û dawî li terorê tîne. Cîhan  li hemberê berxwedana şervanan matmayî maye. Dema me nûçe dişopand gelek caran em bi talûlekên mezin rû bi rû diman. Di nava şert û mercên dijwar de şopandina nûçeyan gelek zehmet e. Dema ku me dîmen û wêneyê sivîl û malbat ên çeteyan digirt û dixwest hevpeyîvîn bi wan re çê bikin qebûl nedikirin û gelek caran jî ez rastî êrîşên wan hatim. Lê di wê demê de ez matmayî mam. Ji ber ku min dizanî bû ku çiqasî feraseta DAIŞ’ê ya hovane wan tirsandiye. Herî zêde  jin û zarok bûn qurbanê DAIŞ’ê."
 
'Dengê heqîqetê hedef girtin'
 
Ronakê hedefgirtina rojnamegeran a ji aliyê DAÎŞ’ê ve bi bîr xist û wiha dewam kir:"Di destpêka pêngavê de Ş.Dilîşan Îbiş û Rizgar Deniz hatin hedefgirtin. Dîsa pir nûçegihanên me hatin dîlgirtin.  Rojnemeger ên ku Şehîd ketin li hêviya  mizgîniya dawîbûna DAIŞ’ê bûn. Dengê heqîqetê hat hedefgirtin, lê ya girîng ew bû ku bi wêne û dîmenên DAÎŞ’ê rastî ji cîhanê re hat ragihandin. Tevî hemû astengiyan jî me dîmen û wêneyên ku rastiya hovîtiya DAÎŞ’ê nîşan didan ji raya gitşî re ragihand. Em ê her li dû şopa ragihandina rastiyan be.Di Pêngava Bagera Cizîrê de rol û misyona ragihandinê girîng bû. Peywira me ew e ku di nava her şert û mercan de em li dû şopa heqîqetê bin. Gelek hevalên me di dema ragihandinê de bedelên giran dan. Em ê her li mîrateya wan jî xwedî derkevin."