Dayika lawê wê di greva birçîbûnê de ye: Bêdengî pirsgirêkan çareser nake
- 09:16 27 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Dayika bi navê Ezîze Teymor ku niha di nava çalakiya greva birçîbûnê ya koma 34'an a Mexmûrê cihê xwe digire û lawê wê ev 52 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Min ji televizyonê bihîst ku lawê min di greva birçîbûnê de ye. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştigiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Dayika bi navê Ezîze Teymor ku niha di nava çalakiya greva birçîbûnê ya koma 34'an a Mexmûrê cihê xwe digire û lawê wê ev 52 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Em tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê bernadin. Lawê min û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê ji bo aştî û azadiyê û rakirina tecrîdê li berxe didin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin wan."
'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e'
Ezîzeyê wiha got:"Di despêkê de em her 5 zarokên xwe yên di girtigehan de gihaştine şahadetê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dibêjên serê havalên wan û serê Rêber Apo sax be. Min ji televizyonê bihîst ku lawê min di greva birçîbûnê de ye. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin.Em tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê bernadin. Lawê min û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê ji bo aştî û azadiyê û rakirina tecrîdê li berxe didin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin wan. Daxwaza Leyla Guven daxaza me hemûyan e. Em ê xwedî li daxwaza wê derkevin."
'Bêdengî pirsgirêkan çareser nake'
Ezîzeyê wiha dawî lê anî:"Dem dema rabûna ser piyan e. Bêdengî pirsgirêkan çareser nake. Heta ku em negihêjin armanca xwe em ê her tim li ser piya bin. Em ê bi hêza xwe Erdogan têk bibin. Çawa ku me li Rojava çeteyê DAÎŞ’ê têk bir, em ê li Bakur jî bi yekbûna xwe Erdogan têk bibin. Banga min ji hemû Gelê Kurd heye ku di hilbijartinan de li sindoqên xwe xwedî derbikeve roj roja serketinê ye."