‘Divê em dengê xwe bilind bikin’

  • 09:08 27 Adar 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Xizma girtî Naciye Guçlu diyar kir ku girtî bi biryarin û li pişt daxwazên xwe ne û wiha pê de çû: “Ji ber bêdengiya civakê zarokên me dest bi grevê kirin. Bêyî ku  em dereng nemînin divê her kes bertek nîşan bide, hikûmet demildest gavê  bajêve.”
 
 Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 140’emîn de didome.  Pîştî Leylayê grev belav bû û ji 1’ê Adarê şûnde hemû girtîgeh tevlî bûn, hejmara girtiyên tevlî grevê bûn gihişt hezaran.  Li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li girtîgeha Gebze a Jinan Ayten Beçet, li girtîgeha Tîpa T ya Oltu Zehra Saglam, li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn.
 
‘Girtî bi biryarin, li pişt daxwazên xwe ne’
 
Ozgur Guçlu yê li girtîgeha Tîpa T-3 a Şakran Alîaga dimîne, bi hincetên ‘endamtiya rêxistinê’ , ‘zerar daye malê cemawerî’ rastî 60 sal ceza hat. Di 2011’an de roja ketibû 18 saliya xwe hat girtin û ew jî ji 1’ê Adarê heta niha ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger.
 
Dayika wî Naciye Guçlu ku hefteya borî çû hevdîtina wî wiha got: “Sala borî li dijî zilma dewletê ket grevê.Niha dîsa di grevê de ye. Moral baş e lê 6 kîlo daye. Ji xwe nû jig reva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojand erketibû. Roja dîn dîsa berdewam kir. Zarok li pişt daxwazên xwe ne. Divê tecrîd rabe. Em naxwazin zarokên me li pêş çavên me bihelin. Dewlet çawa vê nabîne?” 
 
Naciyeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hemû kesên di grevê de wek kurê wê ne û ev tişt daxuyand: “Divê her kes rabe ser piyan.  Divê den bidin dengên wwan. Divê dewlet demildest pêngave bavêje. Zulkuf Gezen li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Cenaza wî revandin û nîvê şevê defin kirin. Gelo ji vê mezintir zilm heye.  Ez xwe dikim şûna wan. Gelo êşek wisa mezin heye? Em dayikin, me bi zor û zehmetiyên mezin zarokên xwe xwedî kirin.”
 
‘Xuyaye zext giranin ku ketine grevê’
 
Naciyeyê bi lêv kir ku di hevdîtinê de moralê Ozgur baş bûye û got: “Lê li hundir çi tê jiyîn em nizanin.  Hejmara koxuşan zêde ye. Carna li erdê radizên.  Xuyaye ku rewşa wan zehmet e û di bin zextan de ku ketine grevê.  Faşîzma li derve tê jiyîn, ya herî xerabtir li girtîgehan tê jiyîn. Divê her kes berteka xwe dane holê. Divê dengê xwe derbixin û divê hikûmet demildest pêngavê bavêje.”