ROJEVA 27'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 27 Adar 2019
- Rojev
*Li Şirnex û navçeyên wê bi dehezaran kes hatin cem hev û Newroz hat pîroz kirin. Qadên Newrozê bersiva herî zelal a li hember zextên desthilatdariya 17 salan bû. Nûran Îmîr a HDP’yî diyar kir ku gel bi Newrozê xwe ji bo serkeftina 31’ê Adarê amade kiriye.
*Xizma girtî Naciye Guçlu diyar kir ku girtî bi biryarin û li pişt daxwazên xwe ne û wiha pê de çû: “Ji ber bêdengiya civakê zarokên me dest bi grevê kirin. Bêyî ku em dereng nemînin divê her kes bertek nîşan bide, hikûmet demildest gavê bajêve.” BI DÎMEN
*Namzeta HDP’ê ya Çewlîkê Senem Çakas diyar kir ku ger bê hilbijartin ewil ji bo jinan projeyên wan hene û got: “Em dixwazin sînoran rakin. Em ê vê jî dest bidin hev û bikin. Ger jin biguhere, wê malbat biguhere, wê civak biguhere.”
*Li sê siyasetmedarên jin ên HDP’î ku bi hinceta di Newroza Îzmîrê de di axaftinên xwe de ‘Birêz Ocalan’ bi kar anîne lêpirsîn hat vekirin. Di 2012’an de ji aliyê Dadgeriyê ve îbareya ‘Birêz Ocalan’ ketibû çarçoveya azadiya fikir û ramanê. Lê di 2019’an de dîsa bû mijara lêpirsînê.
*Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 137'an de berdewam dike. Her wiha li zindanan jî çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 98’emîn de didomin. Tecrît çi ye û bandoreke çawa li ser civakê dike, Civaknas Neslîhan Şedal nirxand. BI DÎMEN