Pervîn Buldan: Berpirsiyarên mirinê hûn rayedar in

  • 16:27 26 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, anî ziman ku bêdengiya îktidarê ya li hemberî daxwazên girtiyan nayê qebûlkirin û wiha got: “Hûn çi dikin bikin hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Berpirsê kesên di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest dide hûn rayedar in." 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan de li avahiya HDP'a Amedê kom bûn. MYK'a HDP'ê mijarên tecrîdkirina li Îmraliyê, greva birçîbûnê, çalakiyên ku li dijî tecridê dawî li jiyana xwe tînin û hilbijartina 31'ê Adarê nirxandin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Berdevka Giştî ya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelli amade bûn. Hevserok û hevberdevkan di civîna çapemeniyê de Newroza 2019'an û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku wan civîna rewşa awarte pêk anî û wiha got: "Me di civînê de encama Newrozê nirxand. Dîsa rewşa çalakgerên di grevê de û asta hatiye me nîqaş kir. Me der barê kesên ku li girtîgehan li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest dane nirxandinên girîng kirin." 
 
Di Newrozê de peyamên xurt derketin
 
Pervîn daxuyaniya hevpar a HDP, HDK, KCD û DBP’ê ya hevpar xwend û wiha got: “Newroz bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser kevin, tecrîdê bişkînin" pêk hat. Bêyî em di pîrozbahiya Newrozê de bûyerên neyînî bijîn, bi tevlibûnek pir mezin me Newroz pîroz kir. Bi milyonan mirov tevî hemû astengî û zextan li dijî zilm û zordariyê hatin cem hev. Li Amed, Wan û Stenbolê bi dehan bajar û navçeyên din bi milyonan peyamên pir zelal dan. Gel got me stuyên xwe li dijî polîtîkayên faşîzma AKP û MHP'ê ne tewand û em ji niha û şûnde jî stuyê xwe li hemberî wan natewînin. Gel aşkere got em tecrîd û polîtîkayên înkarê qebûl nakin. Dîsa bi dengekî bilind girêdana xwe ya nirxên hebûna xwe bi dengekî bilind berz kiriye."
 
'Li girtîgehan 4 cenaze derketin'
 
Pervîn  bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq û girankirî ku li dervê mirovahiyê 4 salin li Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin 139 rojin di greva birçîbûnê de ye. Li zindanan jî 101 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev tecrîd 4 sal ango 1460 rojin didome. Ev tecrîd li dijî zagon û hiqûqa heyî ye. Li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ev tecrîd ji milê mirovî û hiqûqê ve tu car nayê qebûlkirin. Li gel vê yekê îktîdar, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê û wezaretên din banga hezaran girtiyan û çalakgerên ku dawî li jiyana xwe anîne nabîne û naxwaze bibîne. Ev sersarî û mirovan bêzar dike. Mixabin di 10 rojên dawî de li girtîgehan 4 cenaze derketin. 4 girtiyan bi armanca tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anîn. Li Almanya jî mixabin kesê bedana xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da." 
 
'Hûn nikarin ji vê berpirsiyariyê birevin'
 
Pervîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand kesên dawî li jiyana xwe anîn û wiha lê zêde kir: “Helwesta îktîdarê ya li dijî cenazeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ne di milê hiqûqî, ne di milê bawerî û ne di milê sincî de nayê qebûlkirin. Revandina cenazeyan a ji malbatan, bêyî destûra malbatan definkirina cenazeyan, xezpkirina cenazeyan, bêyî wecîbeyên olî definkirin, şerma herî mezin e. Ya herî bi êş û şerma herî mezin jî hin wezîr li qadan bê şerm bi van pêkanînan pesnê xwe didin. Hûn çi bikin jî hûn nikarin ji vê berpirsiyariyê birevin. Kesên girtî parastina jiyana wan di bin berpirsiyariya dewletê de ye. Berpirsê kesên ku di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest didin hûn bi xwe ne."
 
Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bang li kesên bi xwedî wîcdan, demokrat, rêxistinên demokratîk û sivîl, welatî, partiyên siyasî, komele, ode, sendika û rêxistinên pîşeyî kir û ji bo kes jiyana xwe ji dest nede, piştgiriyê bidin hewldana me. Em piştevaniyê xurt bikin. Ji bo sibê tiştên xerabtir pêk neyên em bi hevre bêtir dengê xwe bilind bikin."