Li Şirnex û Mûşê xebatên hilbijartinê

  • 16:11 26 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEXK / MÛŞ - Li Şirnex û Mûşê xebatên hilbijartinê didomin. HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de  li Şirnex û Mûşê çûn serdana gundan, heyet li gundan bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Kêm roj man ku Hilbijartinên Herêmî pêk bê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi nêzbûna hilbijartina ku dê 31'ê Adarê pêk bê, lez da xebatên xwe. Li Şirnex û Mûşê HDP'ê bi gel re civiya û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Di çarçoveya xebatan de gundên Şirnexê hat ziyaretkirin. Namzetên Hevşeradariya Şirnexê, Nurcan Alturk û Hişyar Osal tevlî serlêdanan bû. Namzet ji hêla gundiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Her wiha zarokên ku li pêy wesayitan ketin dîmenên balkêş derxistin holê. 
 
Namzetên Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zîrîg jî gundên derdora Cizîrê ziyaret kir û pirsgirêkên gundiyan guhdar kir.