Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî da û berxwedana zindanan silav kir

  • 15:20 26 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanîyek ji raya giştî re ragihand. 
 
Bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanîyek ji raya giştî re ragihand. Bi tevlîbûna malbatên Şehîdan, li ber saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re berxwedana zindanan silav kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star û dayîka tekoşer Bahoz Çinar Yûsiv ve hat xwendin.
 
Dauxyanî wiha bû:
 
"Îro dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd xwe di 14'ê Tîrmehê de zindî dike. Ji zindanên faşîzmê veguherandin qada bilindkirina asta têkoşînê dijî faşîzim û dagirkeran. Dagirkeran hember berxwedaniya rêhevalê me Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş û bi dehan ji ciwanên kurd matmayî man û berxwedana wan di dîrokê de hat nivîsandin. Rihê 14'ê Tîrmehê îro di şexsê Medya Çinar, Zehra Saglam, Ayten Beçet, Zulkuf Gezen û Ugur Şakir de zindî bû. Neviyên Mazlûm Dogan îro mohra xwe ya serkeftinê li dîrokê dixe."
 
Dijmin her ku diçe kiryarên xwe li Efrînê zêdetir dike 
 
Daxuyanî bi van gotinan dom kir:"Dagirker û dijminê gelê Kurd ne tenê gel binçav dike, goristanên Şehîdan li herêmên Prastina Medyayê rûdixwîne û hember gelê Efrînê jî kiryarên xwe her ku diçe mezintir dike. Hember dagirkeran em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û dengê xwe bi dengê rêhevalên zindanan re bikin yek ku em ê bi hevre tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan rabikin û pergalê hilweşînin. Em soz didin Medya, Zehra, Ayten, Zulkuf û Ugur em ê riya wan bişopînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e, Şehîd Namirin" bi dawî bû.