Kongreya Star: Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin
- 15:17 26 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Kongreya Star gelê Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgiriya xwe ji berxwdana zindanan re nîşan dan û bêdengiya navnewteweyî şermezar kirin.
Îro li Kampa Berxwedanê gelê Efrînê bi pêşengtiya Kongreya Star bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji berxwedna zindanan re nîşan da. Bi tevlîbûyina bi dehan jinên kampa berxwedanê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven, alên Kogreya Star hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kogreya Star Zehîde Memo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi navê Kongreya Star a Kantona Efrînê û Şehbayê, em bêdengiya cîhanî, dewletî bi tundî şermezar dikin. Grêva birçîbûnê ketiye asta herî hesas. Ev yek gihaşt asta şehadetê. Li ser navê Kongreya Star silav û hurmetên xwe em ji şehîdên ku berxwedanî dest pê kirin, dişînin. Em soz didin ku bibin şopdarên riya wan û em ê berxwedan û piştgiriyê bidin têkoşerên zîndanan.Heta bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo. Banga me ji hemû jinên cîhanî re ew e ku tevlî dengê me bibin û bêdengiya dewletî bişkînin."
Daxuyanî bi dirûşma"Bijî Serok Apo, Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.