Pîrozbahiya serkeftina Baxozê bi peyamên girîng bi dawî bû

  • 14:48 26 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Şahiya li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya rizgarkirina Dêre Zorê û têkçûyina DAÎŞ'ê bi dirûşma "Hilweşîna DAÎŞ'ê ji Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû" li Girê Miştenûrê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. 
 
Şahiya li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya rizgarkirina Dêre Zorê û têkçûyina DAÎŞ'ê bi dirûşma "Hilweşîna DAÎŞ'ê ji Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû" li Girê Miştenûrê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. 
 
‘Em ê aramiya li axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê mayinde bikin’
 
Hevseroka Rêbeveriya Xweseriya Demokratîk a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de têk birina DAIŞ’ê li hemû cangoriyên azadiyê û malbatên wan pîroz kir û got: "Di 2014’an de DAIŞ bi rengekî gelek hov êrîşî Kobanê kirin, lê şervan û gelên Kobanê li dijî Çeteyan berxwedaniyên dîrokî nivîsandin û li qada berxwedanê Kobanê çirûska têkbirina DAIŞ’ê dest pê kir. Paşê jî li tevahî herêman bi hêza gelan îro li Dêre Zorê DAIŞ tune bû. Loma îro ji axa Kobanê em soza xwe nû dikin ku em ê heta dawiyê ewlehiya herêmê biparêzin, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev de rizgar bikin û zihniyeta ku DAIŞ’ê li pey xwe hîştine biguherînin."
 
‘Wê dîrok her tim qala serkefina me bike’
 
Her wiha endama fermandariya QSD’ê Rojda Şiyar jî Serkeftina têk birina terorê li tevahî gelan û cîhanê pîroz kir û  ev yek got: " Serkefina Şerê me yê li Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrzorê dest pê kiribû li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pîroz kirin. Di dema berxwedana Kobanê de cîhanê hemû li benda ketina Kobanê bû, lê şikandina DAIŞ’ê diyar kir ku wê hêza YPJ/YPG û QSD’ê dawî li DAIŞ’ê bînin. Ev yek pêk hat û wê dîrok her tim qala serkeftina me bike."
 
'Di pêşengtiya berxwedana jinan de Sûriyek azad dê ava bibe'
 
Li ser navê jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Asiya Abdullah jî diyar ku heta berxewdana jin hebe wê axa Sûriyê hemû rizgar bibe û wiha got: "Serkeftina ku em îro dijîn, bi keda jinan pêk hat. Dayîkên me zarokên xwe hemû fedayî welatê xwe kirin. Çawa ku têkoşîn û xeta jin dawî li DAIŞ’ê anî, wê dawî li dagirkeriyê jî were. Heta ku jin, rengê jin û berxwdana jinê hebe wê Sûriye hemû rizgar bibe. Loma weke jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê em têkoşîna xwe mezin bikin, Efrîn, Izaz û Babê rizgar bikin. Wê berxwedan bi rengê jinê berdewam bike heta ku em ala azadiyê û serkeftinê li Efrînê hildin."
 
Herî dawî jî gelek hunermend stran pêşkêş kirin, gel govenda azadiyê gernand.