Ji bo mîtînga Mêrdînê ya finalê bangewazî

  • 14:15 26 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP'ê ya Mêrdînê, mitînga  final a ku li Mêrdînê dê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, ji bo mitînga  mezin a finala ku li Mêrdînê dê bê lidarxistin li avahiya xwe  banga tevlîbûnê kir. Hevserokên HDP û DBP’ê tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyaniyê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak xwend.
 
Eylem, anî ziman ku di 29’ê Adarê roja înê di saet 14.00’an de bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Sezaî Temellî  li Mêrdînê mîtîna xwe ya mezin a fînalê ew ê li dar bixin û wiha got: “Em ê bi îradeyek xurt li qada mîtingê bin. Em benda hemû gelê xwe ne ku tevlî mitîngê bibin.”
 
‘Em ê bi rihê 8 û 21’ê Adarê mitînga xwe li dar bixin’
 
Eylemê diyar kir ku demek kurt ji bo hilbijartinan maye û wiha got:"Em ê bi rihê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê mitinga xwe li dar bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li vîna xwe derbikevin û tevlî mitîngê bibin. Ev miting ji bo me gelek girîng e. Em bawer dikin ku gelê me dê bersiva herî baş li ser sindoqan bide."