Jinên tevli Newroza Stenbolê bûn: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

  • 12:22 26 Adar 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş 
 
STENBOL - Jinên ku tevli Newroza Stenbolê bûn, bertek nîşanî revandina cenazeyên a ji aliyê leşker û polîsan dan û gotin: "Ji cenazeyên me jî ditirsin. Duh 8'ê Adarê , îro Newroz û sibe jî 31'ê Adarê em ê nîşanî wan bidin ku em xwedî li berxwedanê derdikevin. Ger ku Erdogan fermanê jî li me rake em dengê xwe nadinê. " 
 
Newroza Stenbolê ku bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" li Qad Bazarê ya li Bakirkoyê hat pîrozkirin ji sedhezaran re malovanî kir. Kesên ku tevli Newrozê bûn, li daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê yên girtiyan ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin xwedî derketin.
 
'Em Azaduta birêz Ocalan dixwazin'
 
Nahîde Çelîk bal kişand ser çalakiya girtiyên ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî pêk anîn û wiha got: "Li tevahiya cîhanê tecrîd tê şermezarkirin. Em êdî azadiya birêz Ocalan dixwazin.  Yê me jî wekî hemû gelan, ziman, çand û nasnameya me heye.  Lê em nikarin li van hemûyan xwedî derên. Li ser kurdan her êrîş hene. Ev edalet e? Heta ku em ê wiha bijîn?"
 
'Em ê faşîzma Erdogan têk bibin'
 
Melîke Ozer a ku got divê tecrîd bi dawî bibe wiha got: "Ji bo daxwazên zarokên xwe û yên Leyla Guven divê her kes rabe ser piyan.  Hemû têkoşîna me û daxwaza me ji bo vê ye. Bila Gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derê. Em ê bi ser kevin û faşîzma Erdogan têk bibin."
 
'Bila êdî tecrîdê bi dawî bikin'
 
Naîle Ergul jî got ku Newroz rojek pîroz e û wiha got: "Ez di roja Newrozê de hemû kurdên berxwedêr silav dikim. Bi tabet jî kesên di greva birçîbûnê de silav dikim. Ez aştiyê dixwazim û dixwazim ku tecrîd bê bidawîkirin."
 
'Herî zêde ew jiyanê heq dikin'
 
Cemal Eser jî diyar kir ku ji bo dawî li mirinê bê anîn divê tecrîd bê arakirin û wiha berdewam kir: "Dema ku tecrîd bê rakirin rêya aştiyê tê vekirin .Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Gelo ew naxwazin bijîn? Na ew ji her kesî bêhtir ji jiyanê hez dikin û herî zêde ew jiyanê heq dikin .Divê hemû kurd rabin ser piyan. Ji bo zarkên xwe yên li girtîgehan divê em bibêjin êdî bese." 
 
'Her kes çi ji destê wî tê bila bikin'
 
Zeynep Yilmaz jî diyar kir ku  ew ji bo .çalakgerên greva birçîbûnê li qadê ye û ev tişt got: "Ger ku kesên di  girtîgehê de bikaribin gelek tişt bikin em jî divê bikaribin hin tiştan bikin.  Li pêş me hilbijartin hene.  Divê ku ê dî em ji van re bibêjin bese. Zerarê didin mirî û goristaênên miriyên me.  Di malabata me de jî şehîd heye ez  ji ber ku xûşka şehîd im xwe şanaz hîs dikim.  Divê ku em bi berxwedêrên xwe şanaz bin û li berxwedana wan xwedî derên."
 
'Dewlet ji cenazeyên zarokên me didtirse'
 
Nîmet Tuha jî bal kişand ser îşkenceya li cenazeyên berxwedêran û li malbatên wan tê kirin û wiha got: " Ev dewlet ji cenazeyên me jî ditirse.  Mirov nikare ji dewletek ku ji miriyan ditirse tu hêviyê bike. Bahsa mislimatiyê dikin lê tu eleqeya wan pê tune ye."
 
Kevok Turan jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Divê hemû jin hêza xwe bikin yek û lidijî tecrîdê têbikoşin." Jineke ku tevli pîrozbahiyê bû ku rondikên çavên xwe nikaribûn bigrita û 5 xizmên xwe di encama vê têkoşînê de winda kirine  jî ev tişt got: "Ez çi bibêjim. Ji mecbûrî hatim. Ez nikarim tiştekî bibêjim. 5 şehîdên me hene.  Min ew spartin xwedê.  Em hem ji mal û hem jî ji canê xwe bûn. 
 
'Me duh li berxwe da em ê îro jî li ber xwe bidin'
 
Heseyna Sulun ya ku ji Sûriyeyê ji ber şer hat jî ev tişt got: "Tirkiye li Efrînê malên kesan wêran kirin. Îro gelê Efrînê koçber e.  Efrîn agirê di dilê me de ye .Doza me ya Kurdistanê ye em bi salan ji bo wê têkoşînê didin û wê ev têkoşîn berdewam bike me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin."
 
'Ger ku tecrîd raber wê azadî bê'
 
Jina bi navê Fîlîz Erdem jî diyar kir ku ger tecrîd rabe wê azadî bê vî welatî û wiha got: "Êdî cenazeyên me jî nadin .Hata ku em azad nebin em ê bindest bin. Em ji bo cenazeyê Ayten Becet çûn l êdema ku em çûn cenaze revandin. Nahêlin ku em cenazeyên xwe jî defin bikin."
 
'Em ê tecrîdê bişînin'
 
Xuşka rojnameger Hîcran Urun gîzem Urun jî ku xwişka wê girtî ye diyar kir ku hîcran ji 1'ê Adarê ve di grevê de ye û ev tişt got: "Daxwaza hemû girtiyan rakirin tecrîdê ye.  Ji ber vê ji girtîgehan cenaze dertên .Daxwazên wan di cih dene.  Heta bên qebûlkirin wê dest ji berxwdanê bernedin.  Têkbirina tecrîdê ji bo Gelê Kurd girîng e."
 
Sevda Sadikoglu jî bang li raya navneteweyî kir û wiha got: "4 kesî li girtîgehan dawî li jiyana xwe anî. Gelo nabînin?  Ne mirovin .Zilmek wha nehatiye dîtin."
 
Guşbahar Şaşmaz jî diyar kir ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu mafên wan ê ku cenazeyên zarok û xizmên me veşêrin tune ye. Ji miriyên me ditirsin û ji gora wan derdixin. Em dixwazin ku deriyê girtîgehan bê vekirin." 
 
Hamdiye Akgul jî bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha got: "Erdogan fermana me jî rake em dengê xwe nadinê."