Li Nisêbînê 28 sindoq hatin barkirin

  • 11:19 26 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Sindoqên li 28 gundên Nisêbînê bar kirin 18 nokteyên cuda. 
 
Demek kurt ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê re ma. Sindoqên li 28 gundên Nisêbînê bar kirin 18 nokteyên cuda. YSK'ê ev biryar ragihand saziyên hilbijartinê û partiyên siyasî. 
 
Piştî barkirina sindoqan HDP'ê îtiraz kir. Lê îtiraza HDP'ê ji aliyê YSK'ê ve hat betalkirin.
 
Di hilbijartinê 24'ê Hezîrana 2018'an de jî li navçeyê dîsa sindoq hatibûn barkirin.