Ferdi Karabay ê ku hat tehliyekirin çalakiya greva birçîbûnê didomîne

  • 10:16 26 Adar 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Ferdi Karabay ê ku ji Girtîgeha Kiriklar hat tehliyekirin çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1'ê Adarê de dest pê kiribû, didomîne.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Li hemû girtîgehan di 1'ê Adarê de ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven, çalakiya greva birçînê dest pê kiribû û Ferdî Karabay jî dest bi greva birçîbûnê kiribû. 
 
Bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" li Ferdî 8 sal ceza hatibû birîn û Ferdî li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar dihat girtin. Piştî ku dosyaya darizandinê ji aliyê Serdozgerê Komara Darêzandinê hat betalkirin şûnde Ferdî di 22'ê Adarê de hat tehliyekirin. 
 
Ferdiyê ku hat tahliyekirin diyar kir ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê li mala xwe bidomîne.