Gelê Mexmûrê ji bo şikandina tecrîtê meşek girseyî li dar xist

  • 09:46 26 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakvanên di gireva birçîbûnê de ne û her wiha yên di girtîgehan de dawî li jiyana xwe anîne, meşek girseyî li dar xist. 
 
Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girnakirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakvanên di gireva birçîbûnê de ne û her wiha yên di girtîgehan de dawî li jiyana xwe anîne, meşek girseyî li dar xist. Meşa girseyî ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanan û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TCJM/TCM) pêk hat. Meşa girseyî di demjimêra 16:30’an de li ber deriyê şaredariya wargehê dest pê kir, bi hemû hêrsa gel û ciwanan li dora wargehê berdewam kir heya cihê Çand û Hunera wargehê. Ji bo hemû cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê saziya ciwanan Sara Hogir axivî û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir û got: “Di destpêkê de em bejna xwe li hemberî şehîdên şoreşê ditewînin, di zindanên Kurdistanê  de bi sedan kes di çalakiyên bê dem û bê dorveger de ne. Tevayî gel û ciwanên kurd berxwe didin.”
 
‘Li Tirkiyeyê faşîzim nahêle gel cenazeyê zarokên xwe veşêrin’
 
Sara di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyan û wiha berdewam kir: “Ji bo şikandina tecrîta girankirî ya li ser Rêberê me ciwan canê xwe feda dikin. Ji ber tecrîtê niha gelê Kurdistanê li berxwe didin. Divê  em gelê kurd li her cihî çalaki û serhildanan li dar bixin. Di dîrokê de gelek welat û mirovan li dijî neheqiyê çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn û  li ber deriyê diktatoran bedana xwe didan ber agir. Niha wek ciwanên kurd dem dema mezinkirina çalekiyan e. Li Rojava çawa ku DAÎŞ hat tunekirin, em ê bi berxwedanên xwe tecrîtê bişkînin di şexsê Kemal Pîran de çawa ku faşizma tirk hat şikandin niha jî di zindanên Kurdistanê de ji bo zarok bi awayek azad bijîn canê xwe feda dikin. Em dibêjin niha di zindanan de berxwedana Mazlûm Dogan û Sarayan dijîn. Niha jî em ê bi berxwedanên zindanan, ciwan û gelê kurd  bi ser bikevin.  Li Tirkiyeyê faşîzim nahêle gel cenazeyê zarokên xwe veşêrin ji ber ji berxwedana wan ditirsin her kesê ku di zindanan de zarokên dayikan in û ji bo azadiya gelê xwe û  tecrîte bişkînin canê xwe feda dikin. Ji bo şikandina tecrîtê pewîst e em têkoşîna xwe mezintir bikin dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin. Wek ciwan erka ku dikeve li ser milê me divê em pêk bînin dibe sibe dereng be, serkeftin bê bedel nabe heta niha me gelek bedel dane, heta em gelê xwe û rebêrtiya xwe azad bikin em ê li berxwe bidin berxwedanên xwe  mezintir bikin.” 
 
‘Meha Newrozê mehek berxwedan û têkoşînê ye’
 
Sara wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em di rojên pîroz û meha Adarê de ne meha Newrozê mehek berxwedan û têkoşînê ye her tim ev meh bi xwînê hatiye avdan, ji ber wê ewqas şîn û  pîroz e.  Me çawa gotiye li hember faşîzmê serî hildin, roj roja li çalakiyan, têkoşin û berxadanan xwedî derketinê ye. Ji ber ciwanên ku canê xwe dikin feda, tiştê ku niha em bikin pêwîst e em li vê berxwedanê xwedî derkevin û mezintir bikin. Dem dema azadkirina Rêber Apo ye. Em têkoşîna gelê xwe silav dikin, li ku bibe bila bibe em ê li berxwe bidin. Bi berxwedanê Rêberê xwe azad bikin em ê dijmin têk bibin"
 
Piştre zarokên wargehê ji bo çalakgerên di gireva birçîbûnê de ne helbest xwendin û meş bi dirûşmen "Şehîd namirin","Bijî Serok Apo","Ciwan fedaîyên Rêber Apo" bi dawî bû.