Qeyûmê Nisêbînê kulîlkên şaredariyê jî belav dike!

  • 09:26 26 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û li gorî îdiayan qeyûmê şaredariya Nisêbînê amadekariyên çûyînê dike û malên nayên barkirin difroşe û yên nayên firotin jî li derdorê belav dike. 
 
 Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û qeyûmên bi KHK’yan tayînê şaredariyên herêmê bibûn jî amadekariya çûyînê dikin.  Di îlona 2016’an de piştî hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin şûnde qeyûm hat tayînkirin û li gorî îdiayan qeyûmê Nisêbînê Mehmet Balikçilar û yên gel wî alavên şardariyê yên nayên barkirin difroşin. Her wiha tê gotin ku alavên nayê gortin jî birine malên xwe û kulîlkên li refuşan wê bihata çandin jî birine malên xwe.
 
Şaredarî kirin wek qerekol
 
Qeyûm Ergun Baysal piştî OHAL hat îlankirin bi KHK’ê tayînê navçeyê hat kirin û piştre jî Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînê şûna Ergun Baysal kirin. Mehmet Baysal ev 3 salin li navçeyê peywirê dike û gel nikare bikeve şaredariya ku gelek tanq li ber sekinîne û veguheriye wek qerekolê.
 
Heman rê cara sêyem hat hilweşandin
 
Îsal du caran li riya li ser Kolana Dortyolê sê caran bi hinceta ‘xebata binesaziyê heye’ hat hilweşandin û tenê Qada Cumhuriyetê ya li ber şaredariyê lambeyên wê hatin daliqandin. Yekane xebata qeyû li taxên di dema qedexeyê de pevçûn lê hatin jiyîn şûnde, avakirina sayacan a ji bo pêşî elektîrîka kaçax bê girtin hat kirin.
 
 Qeyûm herî dawî bi nûçeyên wekê 300 trîlyon deyng hiştiye hat rojevê û niha jî bi bûyera ‘firotina malên nayên barkirin’ tê rojevê.  Li navçeyê ji sedî 78,8 dengî DBP’ê şaredarî girtibû.