Jinên Wanê: Ne birçîbûn bêdengî dikuje serî hildin bêdeng nemînin

  • 09:25 26 Adar 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guvenê ve hatiye destpêkirin li zindanan didome. Ayten Beçet a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de girtî bû  ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dawî li jiyana xwe anî.Jinên Wanê bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û gotin ku ji her mirineke pêk bê hikûmet berpirsyare. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Guvenê vê hatiye destpêkirin di 139’an de didome. Çalakiyên greva birîbûnê ku li hemû girtîgehan hatine destpêkirin  jî bê navber berdewam dikin.  Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyê siyasî Zulkuf Gezen li girtîgeha Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî bû. Piştî wê  bi heman armancê li girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet li ya Oltuyê   Zehra Sağlam  û li Girtîeha Tîpa E ya Mêrdînê jî  Medya Çınar  bi heman armancê dawî li jiyana xwe anîn.  Jinên Wanê bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û bang li herkesi kirin ku li dijî çalakiyên fedaî bêdeng nemînin. 
 
‘Serî hildin bêdeng nemînin’
 
Ji jinan Derya Demîrcan anî ziman ku ji her hatina agahiya mirinekê hikûmet berpirsyare,  ne birçîbûn bêdengî dikuje û wiha berdewam kir;” Greva birçîbûnê ji bo rizgarkirina rûmeta Gelê Kurd hatiye  destpêkirin. Jinên ku pêşengiya vê berxwedanê dikin, ez wan slav dikim. Ez bi rêzdarî çalakiya Ayten Beçet û hevalên wê yên din slav dikim. Ne tenê yek niha bi hezaran Ayten,Zulkuf, Zehra û Medya hene ku  di zindanan de li ber xwe didin.  Gelê kurd bi salane li dijî vê zilmê tedikoşe. Niha zarokên me di grevên birçîbûnê de ne û tenê  din ava çen rojan de 4 cenaze ji girtîgehan  hatin. Li dijî girankirina tecrîtê ciwan çalakiyên fedaî pêk tînin. Ev zilm dê heta ku derê bidome?  Divê ev zilm bi dawî bibe. Çima gel li hemberî berxwedana zindanan bêdengin? Ne birçîbûn, bêdengî dikuje. Serî hildin bêdeng nemînin.”
 
‘Bi hezaran Ayten, Zehra, Medya  û Zulkuf  li ber xwe didin’
 
Taybet Ersoz jî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û got ku divê Gelê Kurd  têkoşîna zindanan mezin bike û wiha got:” Heta ku derê ev zilm wê bidome? Bila herkes çavê xwe veke û bi wîjdan tevbigere. Dem ne dema bêdengiyê ye. Bêdengî mirinê tîne. Hikûmet bêwîjdan e û bêîman e. Bersiv dayina daxwazan evqas zehmet nîne. Wê roj bê ew ê li dijî mirovahiyê hesp bbidin. Hikûmet çiqas xwe bêdeng bike, wê têkoşîna me ji ewqas zêde bibe. Niha bi hezaran Ayten, Zehra, Medya û Zulkuf berxwe didin. Bijî berxwedana zindanan.” 
 
‘Bi bêdengiyê  nikarin pêşiya hatina biharê û azadiyê bigirin’
 
Hasine Uçar diyar kir ku ew ê li dijî zilmê tu car serî netewînin û wiha dom kir;” Tenê dilopek xwîn laşe me de bimîne jî em ê li ber xwe bidîn û em ê li dijî zilma Erdogan serî netewînîn. Em heta dawiyê piştgiriyê didîn berxwedana zindanan.Daxwaza wan daxwazek meşru ye. Hikûmet bi zanebûn xwe bêdeng dike. Lê bila bizanin ku ew ê bi bêdengiyê  nikaribin pêşiya hatina biharê û azadiyê bigirin.Law û qîzên me mil bi mil  li ber xwe didin em li pey wanin. Dereng nemînin deng bidin berxwedana zindanan.”
 
‘Divê herkes bi rihê Zulkuf, Ayten, Zehra û Medyayan  tebikoşe’
 
Esmer Arman ji  bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê da û bang li herkesî kir ku bêdeng nemînin û wiha dom kir;” Ez pêşenga berxwedanê Leyla Guvenêslav dikim. Bi zilmê ew ê nikarin berxwedana me bidin sekinandin. Hikûmet bi bêdengiya xwe mirinê erê dike. Doza me doza heqîqetê ye û daxwazên me daxwazên mirovahiyê ne. Divê herkes bi rihê Zulkuf,  Ayten, Zehra û Medyayan  tebikoşe.  Em dayik şopdarên berxwedana zarokên xwe ne. Em ê bi ser kevin . Bêdeng nemînin bêdengî mirin e. ”