'Bi têkçûyina DAÎŞ'ê nirxên mirovahiyê yên hemû cîhanê hat parastin'

  • 09:24 26 Adar 2019
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan - Dîyana Muhemed
 
QAMIŞLO - Derbarê rizgarkirina Baxozê ya ji DAÎŞ'ê de Dayika têkoşer Delîl, Şeha Emîn hestên xwe wiha parve kir û got:"Îro bi têkbirina DAÎŞ’ê re xeyalên zarokên me pêk hatin. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê nirxên mirovahiyê yên hemû cîhanê hat parastin."
 
Çeteyên DAÎŞ’ê ku xeteriya wê li ser tavahiya cîhanê hebû û cîhan jî ji ber DAÎŞ’ê di metirsiyekê de bû, li Baxozê bi pêşengtiya YPJ,YPG û QSD’ê têk çû. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Dayikên berxwedêrên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan bi kêfxweşiyeke mezin serfiraziya zarokên xwe pîroz dikin û dibêjin keda zarokên vala derneket û xeyalên wan pêk hatin.
 
'YPJ,YPG û QSD’ê xeyalên bi hezaran şehîdan bi cih anî'
 
Dayika têkoşer Delîl, Şaha Emîn wiha got:" Îro em weke gelê rojhilata navîn bi saya keda serok Apo ber bi azadiyê ve diçin û bi ser  dikevin. Ez bi mizgîniya têkçûna çeteyên DAIŞ'ê gelek kêfxweş bûm. Divê hemû cîhan ji bo vê yekê kêfxweş bibeç. Îro li Baxozê şervanên YPJ/YPG û QSD’ê xeyalên bi hezaran şehîdan bi cih anî."
 
'Bila Dayikên Şehîdan govendê bigirin, tola zarokên wan hat hildan'
 
Şehayê wiha dom kir:"Bi pêşengtiya YPG,YPJ û QSD’ê me serî  li hember tarîtiya dijminê hov hilda. Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê serkeftinek girîng bi dest xist. Wek dayik em tu carî keda şervanên xwe ya di çeperên şer de ya li dijî terorê ji bîr nakin. Îro jî bi xwîna Şehîdên azadiyê em ê her dem bi ser bikevin. Bila Dayikên Şehîdan govendê bigirin, tola zarokên wan hat hildan. Bila dengê tilîliyên xwe bilind bikin." 
 
'Em xwedî wê baweriyê ne ku em ê şahiyên serfiraziyên xwe li Efrînê pîroz bikin'
 
Şaha wiha dawî li axaftina xwe anî:" Silavên germ ji şervanên YPJ/YPG û QSD'ê ku bi berxwedana wan em van kêliyên dîrokî dijîn, dişînim. Wê ev govend û serfirazî, ev kêfxweşî û serkeftin bi têkoşîna şervanan a li Efrînê bidome. Dê Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin.Îro bi têkbirina DAÎŞ’ê re xeyalên zarokên me pêk hatin. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê nirxên mirovahiyê yên hemû cîhanê hat parastin."