Ji bo Nûdem a saleke dernakeve hevdîtina vekirî, cezayê hucreyê

  • 09:06 26 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Nûdem Durak ya li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye, ji ber hincetên cuda ev salek nikare derkeve hevdîtina vekirî. Dayika wê Xeîce Durak, diyar kir ku piştî gotina Nudemê ya ‘ez grevên birçîbûnê slav dikim’ şûnde telefona wê hatiye birîn û cezayê hevdîtin û ragîhandinê lê hatiye birîn û xistine hucreyê.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li gelek girtîgehan hat destpêkirin ket roja 101’emîn û ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehan bi hezaran girtî tevlî çalakiyê bûn. Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê grev hat destpêkirin û yek ji van jî Nudem Durak bû. Hat hînbûn ku Nudem Durak ev saleke bi hincetên cuda nikare derkeve hevdîtinên vekirî.
 
 ‘Telefona wê hat birîn’
 
Dayika Nudemê, Xeîce Durak da zanîn ku herî dawî di adara 2018’an de çûye hevdîtina vekirî ya Nudemê û wiha got: “Ev saleke bi hincetên cuda hevdîtin tê qedexekirin. Di hevdîtina telefonê ya dawî de jî ji  ber got ‘Ez grevên birçîbûnê silav dikim’ telefona wê hat birîn û kirin  hucreya yek kesî.”
 
‘Em girtiyan tenê nehêlin’
 
Xeîceyê bertek nîşanê pêkanînan da û da zanîn ku ev tiştên tên jiyîn bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Herî dawî sala borî em çûn hevdîtina wê ya vekirî. Pişti wê hevdîtinên vekirî hat qedexekirin.  Gelo çima evqas zext tên kirin. Ez bang li midûrê girtîgehê dikim; gelo dayika wan, bavê wan, zarokên wan tune, gelo kezeba  wan qet naşewite? Em vê qebûl nakin. Di nav çar dîwaran de zextê li zarokên me dikin.  Ji xwe di grevên birçîbûnê de ne. Bila demildest dawî li van zextan bînin. Bila her kes deng derbixe û girtiyan tenê nehêlin.”