Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Bila her kes rabin ser piyan
- 09:03 26 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Emîne Kabul ji bo kurê xwe Omer Kabul ê 100 roj e di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din ên di grevê de bang kir û diyar kir ku hîna ku dereng neketine, çi hewce dike bila bikin û got: “Her kes bêdenge û tenê temaşe dikin. Êdî bes e. Bila her kes vê axa mirî ji ser xwe biavêje.”
Bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê nêzî 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û çalakiya wan berdewam dike. Malbatên girtiyan bang li rayagiştî kirin ku bila ev bêdengî bi dawî be.
Dayika Omer Kabul ê li Girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê dimîne û di roja 100’î ya grevê de ye, Emîne Kabul bang li hemû aliyan kirin ku bila deng bidin daxwazên mafdar.
‘Omerê min 100 roj in di grevê de ye’
Emîneyê daxuyakirin ku kurê wê 100 roj e di greva birçîbûnê de ye û nikare derkeve hevdîtinên telefonê jî û got: “Ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê jî bi mehane nikarim biçim hevdîtinê. Kurê min 100 roj e di grevê de ye. Em rojekê xwarinê nexwin em têk diçin. Ew di nav çar dîwaran de berxwe didin. Bi hezaran girtî bi rojan e di nav çar dîwaran de ne. Kes dengê wan nabihîze. Bêyî sûc ketine girtîgehê. Niha jî ji bo rakirina tecrîda li ser me hemûyan têdikoşin. Dixwazin aştî bê. Em jî vê dixwazin. Daxwaza wan daxwaza me ye.”
‘Her kes temaşe dike’
Emîneyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dewlet zîhniyeta êrîşkar her tim derdixe holê û ev tişt bi lêv kir: “Em êdî matmayî namînin. Dewlet her tim li dijî kesên deng derdixe bêdeng dimîne. Divê em wek dayik wek gel êdî li dijî vê bisekinin. Her kes bêdeng e. Her kes bêdeng tiştên tên jiyîn temaşe dikin. Li girtîgehan em naxwazin agahiyê mirinan bigirin. Bila her kes axa mirî ya li ser xwe biavêje.”
‘Moralê wan baş e’
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rewşa girtiyan ne baş e û wiha got: “Çermê kurê min pir tenik bûye. Kîlo dabû. Hemû girtî rewşa wan ne baş bû. Ne tenê kurê min hemû girtî ji bo min wek hev in. Hemû zarokên me ne. Niha em nizanin rewşa wan çawa ye. Em nizanin ku çi dikin, dema ne rehet dibin, ji bo wan çi dikin. Rewşa tenduristiya wan ne baş e, lê moralê wan baş e. Hîna ku rewş zêde xirab nebûye divê demildest çareserî pêk bê.”