ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 26 Adar 2019
- Rojev
*Emîne Kabul ji bo kurê xwe Omer Kabul ê 100 roj e di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din ên di grevê de bang kir û diyar kir ku hîna ku dereng neketine, çi hewce dike bila bikin û got: “Her kes bêdenge û tenê temaşe dikin. Êdî bes e. Bila her kes vê axa mirî ji ser xwe biavêje.” DÎMEN HEYE
* Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û li gorî îdiayan qeyûmê şaredariya Nisêbînê amadekariyên çûyînê dike û malên nayên barkirin difroşe û yên nayên firotin jî li derdorê belav dike.
*Nûdem Durak ya li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye, ji ber hincetên cuda ev salek nikare derkeve hevdîtina vekirî. Dayika wê Xeîce Durak, diyar kir ku piştî gotina Nudemê ya ‘ez grevên birçîbûnê slav dikim’ şûnde telefona wê hatiye birîn û cezayê hevdîtin û ragîhandinê lê hatiye birîn û xistine hucreyê. DÎMEN HEYE
*Ayten Beçet di hevdîtina dawî ya telefonê ya bi dayika xwe re got ‘hûn tiştekî nekin ez ê bikim’ û li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Dayika wê Fatma Behçet ku li dijî êşa keça xwe bi zor li ser piyan disekine, bang li rayedaran kir û got: “Hûn li bendeyî çi ne? hîna wê agir bikeve çend malan?” DÎMEN HEYE
*Derbarê rizgarkirina Baxozê ya ji DAÎŞ'ê de Dayika têkoşer Delîl, Şeha Emîn hestên xwe wiha parve kir û got:"Îro bi têkbirina DAÎŞ’ê re xeyalên zarokên me pêk hatin. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê nirxên mirovahiyê yên hemû cîhanê hat parastin." DÎMEN HEYE
*Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guvenê ve hatiye destpêkirin li zindanan didome. Ayten Beçet a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de girtî bû ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dawî li jiyana xwe anî.Jinên Wanê bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û gotin ku ji her mirineke pêk bê hikûmet berpirsyare. BI DÎMEN