Medya Çinar di bin dorpêçkirina polîs û leşkeran de hat definkirin
- 08:52 26 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, hat veşartin. Bi sedan kesên xwestin tev li merasîma cenaze bibin li têketina gudnd ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê. Lê belê leşkeran nehişt wesayîtên xwestin bi wesayîta cenaze re biçin têkevin rê. Her wiha leşkeran gund dorpêç kir û têketina gund girtin.
Parlementerên HDP'ê jî di nav de bi sedan kes xwestin tev li merasîma cenaze bibin. Lê belê li têketina gund leşkeran nehiştin welatî têkevin gund. Li ser vê parlementer, welatî û leşker ketin qirika hev û leşkeran. Leşekaran diyar kir ku biryar biryara Walîtiya Mêrdînê ye û kes nikare tev li merasîmê bibe. Piştî nîqaş dewam kir vê carê leşkeran îdia kir û got: "Malbat we naxwaze."
Piştî van nîqaşan, bi sedan kesên hatin gund li têketina gund sekinîn. Cenaze li goristana gund hat definkirin.