Cenazeyê Medya Çinar ji bo ku defin bikin derxistin rê

  • 18:42 25 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê Medya Çinar ku li girtîgehê li dijî tecrîda li Îmraliyê dawî li Jiyana xwe anî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdîên hat girtin û ji bo ku li gundê Mêrga Erban bê defin bikin derxistin rê. 
 
Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li Jiyana xwe anî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat girtin û ber bi Qoserê ve derxistin rê.  Cenazeyê Medya Çinar ku di sala 1995'an de ji dayik bûye wê li gundê Mêrga Erban bê definkirin. Li mêrdînê wesayit ji bo cenazeyê Medyayê nehat dayîn û piştî ku malabtê wesayitek ji Amedê anîn cenaze hat girtin û ber bi gundê wê ve derxistin rê. 
 
Gund ji aliyê cendirmeyan ve hat  dorpêçkirin
 
Li aliyekî jî gundê Medya Çinar ku wê lê bê definkirin ji aliyê cendirmeyan ve hat dorpêçkrin.  Cendirmeyên ku gund dorpêç kirin heyeta ku Dayikên Aştiyê ji di nav de bûn û beriya cenaze çûn gund negirtin gund û ji bilî niştecihên gund destûrê nadin ku kesek bikeve gund.