Platforma Demokrasiyê ya Wanê banga gavavêtinê kir
- 17:02 25 Adar 2019
- Rojane
WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û çalakgerên ku bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe tînin daxuyanî da. Platformê bang li rayedarên hikûmeta AKP'ê kir û xwest ji bo çareseriya pirsgirêka li Îmraliyê û girtîgehan bi lez gavan bavêjin.
Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku ji 26 rêxistinên sivîl û demokratîk pêk tê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û çalakgerên ku bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe tînin, li avahiya Komeleya Lêkolîna Çand, Huner û Ziman (DÎSA-DER) daxuyanî dan. Li ser navê Platformê Rêveberê DİSA-DER'ê Hamdullah Kumli daxuyanî da. Kumlî, anî ziman ku wekî rêxistinên demokratîk û sivîl nikarin li hemberî vê qêrîn û banga girtiyên di nava çar dîwaran de bêdeng bimînin. Hemdûllah, destnîşan kir ku wekî berpirsiyariyek mirovî pêwist e her kes li hemberî vê qêrînê dengê xwe bilind bikin û têkevin nava tevgerê.
'Berpirsiyar hikûmet e'
Hemdullah, da zanîn ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 138 rojin di grevê de ye wiha axivî: "Ji 1'ê Adarê û şûnde bi hezaran girtiyên siyasî di grevê de ne. Çalakgerên ku di destpêkê de dest bi grevê kirine rewşa tenduristiya wan her ku diçe xera dibe. Heta niha 4 kesan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Em hurmetê nîşanî wan didini. Lê ji bo bûyerên wekî çalakiyên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çınar zêde nebin divê hikûmet berpirsiyara xwe pêk bîne. Divê bi lezgîn daxwazên girtiyan qebûl bikin û ji bo çareseriyê gavan bavêjin. Divê em deng bidin dengê girtiyan. Wekî parazvanên mafên mirovan daneyên ku di destê me de rewşa gelekan krîtîk e. Divê rayedar erka xwe pêk bînin û gavên çareseriyê bavêjin."
'Rewşa girtiyan ber bi xeterê ve diçe'
Hemdullah , da zanîn ku li girtîgehên Wanê zêdeyî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne û girtî Cihan Tamur, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Bahtiyar Kemal Hasan û Azîz Sokemen 100 rojin di grevê de ne. Hamdullah, da zanîn ku Cihan Tamur li girtigehê di çalakiyê de xwîn çuye ser mahdê wî û wiha bi dawî kir: "Temur 60 rojin xwîn ji mîda wî tê. Şahin Oncu nexweşê dil e. Kahraman 2 hefte berê krîza dil derbas kir. Bahtiyar Kemal Hasan jî niha di yek hucreyê de çalakiya xwe berdewam dike. Em bang li rayedaran dikin ku bi lez gavên çareseriyê bavêjin."