Li Herêma Firatê lehî çê bû
- 16:34 25 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li Herêma Firatê ji ber barana zêde lehî çê bû. Hat zanîn ku tenê ziyanên madî ji ber lehiyê çêbûne. Her wiha xebata ji bo pêkanîna tedbîrên guncav li herêma bendava Çilaxa didomin.
Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Çilaxa Abduselam Ebas da zanîn ku barana dijwar a bênavber ji duh de bû sedema lehiyê ku bi xwe re gelek pir û malên li gundên başurê navçeyên Girkê Legê û Çilaxa hilweşandin.
Têkildarî mijarê Abduselam diyar kir ku lehiya ku ji herêmên Bakurê Kurdistanê hatiye, bi taybet ji çiyayên Bagok û girên Ezdîna, li pişt dîwarê ku dagirkeriya Tirk di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de lê kiriye, kom dibe û di encamê de beşek ji dîwêr hilweşiya û lehî li gundê Aliya yê Rojava rabû.
Abduselam raber kir ku lehiyê gelek pir li ser rêya gundê Aliya wekî pirên Batirzan û Dêrna Axî, pira gundê Bakrawan, pira gundê Badiyan û pira Kêşkê ya li ser rêya sereke ya di navbera Girkê Legê û gundên Aliya de hilweşandine. Her wiha piraniya malên gundên Xirbê Cehwa, Kêşkê, Gundikê, Teyeb, Batirzan, Çilaxa, Şebek, Gênco û Kerdêm bi sedema lehiyê hilweşiyane. Li rexê jî gelek ziyanên madî çêbûne.
Abduselam got pira li ser rêya sereke ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de ya li nêzî gundê Şebek ê navçeya Çilaxa li ber hilweşînê ye û di encamê de rê hate birîn. Her wiha ji bo vê Komîteya Awarte û Şaredariya Gel hewl didin nehêlin pir hilweşe.
Her wiha girêdayî bendava Çilaxa, Abduselams tekez kir ku beşek ji bendavê zirar dîtiye. Tevî ku xetere niha rabûye jî, lê zêdbûna baranê dibe ku bendavê hilweşîne. Ebas got Komîteya Awarte û Şaredariya Gel ji duh ve deriyên bendavê vekirine da ku asta avê kêmtir bibe. Li aliyekî din jî malbatên ku malên xwe li qeraxa bendavê ne, ji mal hatin derxistin da ku ziyanên mirovî çênebin.
Abduselam got hin deriyên bendavê bi sedema zingariyê girtî ne, lê niha xebat li ser vekirina wan tê kirin da ku bendav hilneweşe.
Dê Komîteya Awarte û pisporên girêdayî Rêveberiya Xweser ên Herêma Cizîrê xwe bigihînin bendavê da ku rewşa bendavê bişopînin.