Kesên xwest cenazeyê Medyayê bigrin rastî êrîşa polîsan hatin

  • 14:45 25 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo cenazeyê Medya Çinar a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, bigirin li ber nexweşxaneyê rawestiyan rastî êrîşa polîsan hatin 3 û kes hat binçavkirin. 
 
Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer û malbata Medya li ber morgê li benda otopsiyê ne. Her wiha girseya ku li benda cenazeyê ye rastî êrîşa polîsan hat 3 kes hatin binçavkirin, milê kesekî jî şikandin. 
 
Li gel êrîşan jî girse belav nebû û dirûşmên wekî "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Midûrê Ewlehiyê diyar kir ku heke girse belavbibe dê cenazeyê seat 17.00'an de teslîmî malbatê bikin.