Gel ji bo cenazeyê Medyayê bigire diçin li ber nexweşxaneyê

  • 13:42 25 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo cenazeyê Medya Çinar a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, bigirin gel ber bi nexweşxaneyê ve herîkin. 
 
Medya Çinar ku di sala 1995'an de ji dayik bû, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer û malbata Medya li ber morgê li benda otopsiyê ne. Her wiha ji navçeyên Mêrdînê û Mêrdînê gelek kes ber bi nexweşxaneyê ve diherikin.