Ketin û derketina gundê Zehrayê hat qedexekirin

  • 13:19 25 Adar 2019
  • Rojane
MÛŞ - Zehra Saglam a ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî li gundê Xinzorê hat definkirin. Walîtiya Mûşê ketin û derketina gundê Xinzora Gimgimê qedexe kir.
 
Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê ku dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Zehra ji gundê Xinzora navçeya Gimgima Mûşê hat definkirin. Ji hêla walîtiya Mûşê ve ketin û derketina gundê Xinzorê hat qedexekirin. Her wiha Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û gelek kesên din xwestin biçin gund lê ji hêla cendermeyan ve hat astengkirin.  Li gorî agahiya parlamenteran ketin û derketina gund 15 rojan hat qedexekirin.