Medya Çinar li Mêrdinê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
- 13:05 25 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî.
Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Çalakî ji hêl parlamentera HDP'a Mêrdînê Ebru Gunay û Berdevkê Serokê Grûba Meclîsê Mîthat Sancar ve hat piştrastkirin. Cenazeya Medya di serê sibehê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Medya di salên 2015 û 2016'an de dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêybînê de hat girtin. Medya, di doza xwe ya Dezgeha Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê de parastina xwe bi kurdî kir û dema li Bakûrê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'e şer dikir birîndar bû û ji bo tedawiyê hatiye Nisêybînê.
Medya di parastina xwe dadgehê de wiha axivî bû: "Li hemberî kurdên Rojavayê şerek mezin dihat meşandin. Li hemberî êrîşan bi hezaran jin daketin qadan, lê belê Neteweyên Yekbûyê li hemberî êrîşan bêdeng bû. Heke li Rojava YPG YPJ têkoşîn neda dê li vir qetlîamên mezin pêk bihata. Li dijî êrîşan ez tevlî têkoşînê bû. Ez li Rojava birîndar bûm û ji bo tedawiyê ez hatim Nisêybînê. Lê ji ber ku li Nisêybînê qedexeya derketina li derve hebû min nekarî ez derkevin. Ez li vir şahidê îşkenceyan bûm. Dema ez hatim binçavkirin polîsan destê min şikand. Îdiayên ku li min hatin kirin yên polîsan bû. Ez heta çûm girtîgehê jî îşkence li min kirin. Polîsên jin, ewraqeq li min da îmzekirin û ji min re gotin piştî îmzeyê tuyê azad bibî. Tiştek di destê min nehat û bêyî vîna xwe min îmze kir. Di îdianameyan de gelek tişt hatin gotin lê ne gotinên min bû. Min ev tişt her tim dûbare kir."