Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin

  • 13:05 25 Adar 2019
  • Rojane
ÇEWLÎK - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Çewlikê  Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, bi rojnamegeran re civîyan û projeyên xwe parve kirin. 
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredariya Çewlikê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, ji bo projeyên xwe parve bike bi çapemeniyê re civînek pêk anîn. Di civînê de Namzetê hevşaredariyê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku hefteyek ji hilbijartinê re maye û wiha got: Hevî û xebatên me ewe ku em hilbijartinê bê qeza û belav derbas bikin. Ger ku em bi ser bikevin em dê projeyên xwe yek bi yek pêk bînin. Namzeta hevşaredariyê Senem Çakas  jî anî ziman ku berî her tiştî dixwazin vîna jinê derxin pêş û bêtir jin karibin bi zanebûn û vîna xwe tev bigerin û wiha got: "Em dixwazin jin di ferqa hêz û zanebûna xwe de bin. Hikûmeta heyi jin bi pereyan di qunçikekî de girê daye. Berî her tiştî ji bo jin xwe pêş bixin û bên cem hev emê qadên çand, civak û afirîneriyê ji bo jinan ava bikin. Em wek hev in û em dixwazin wek hev bijîn." 
 
Projeyên namzetên HDP'ê yên Çewligê wiha ne
 
“* Em ê meclîsa bajar ava bikin. Meclîsa bajar dê ji meclîsên tax, jin, ciwan û gel pêk bê. Dê der barê xwe û warê xwe de biryaran bidin. Dê bi hevre biryarê bistînin."
 
* Em dê şaredariya xwe bi şaredariyên Ewropa û Emerîkaya Bakur re xwişk û biratiyê pêş bixin. Em dê ji Yekîtiya Ewropa çavkaniyên fînansê bistînin û butçeya şaredariyê xurt bikin. 
 
* Em dê taxên çandê ava bikin. Em dê projeya veguhestina bajar bi lez bikin û li gorî pêdiviyan guhertinê çêkin. 
 
* Em dê li du milên bajar pazarên semtê ava bikin. Li beşek van pazaran wê berhemên guhdan bê firotin. 
 
 * Em dê prsgirêka trafikê çareser bikin. Em dê plana Master a Trafîkê têxin meriyetê. 
 
* Em dê otoparkên erzan ên pir qat ava bikin. 
 
* Em dê herî kêm li 5 herêman kreşên pir ziman û pir çandî têxin meriyetê. Ev kreş dê jiyana jinan a rojane jî aram bike. 
 
* Em dê bi zimanê kurmanî û kirmanckî di qada çand û hunerê de kargerî, konferans, festival û şano pêk bînin û pêş bixin. 
 
* Wêli her kreşa em ava bikin xizmetên sporê û perwerdehiyê wê bi zimanê tirkî, kirmanckî û kurmancî bê dayîn. 
 
* Ji bo paqijkirina berfê em dê yekîneyên profesyonel ava bikin. 
 
* Em dê bi hemû hêz û rêxistinên civakî yên bajar re biryaran parve bikin û bi herve bi rêve bibin. Dîa bi van hêzan re emê li dijî xizanî û betaliyê têbikoşin. Pêdiviyên cil, xwarinê em ê bi hevre tespît bikin.
 
* Em ê midûriyeta Koordinasyona Jiyana Bê Asteng a şaredariyê avabikin. 
 
* Ji bo em pirsgirêkên ku jin dijîn bi awayekî esasî çareser bikin em dê Midûriyeta Polîtikayên Jinê ava bikin. Dîsa ji bo wan em ê yekîneyên perwerdehiyê ava bikin. 
 
* Dê herî kêm li 5 nokteyan malên şînê yên jinê bên avakirin. 
 
* Meclîsa ciwanan dê bi rêxistinên civakî re bixebite li dijî tiryak û întîharên ciwanan wê dê bikoşe. 
 
* Em dê bi Zanîngeha Bingolê re parve bikin û ciwanên xwe bi cîhanê bidin naskirin. Em dê bernameyên pêşxistina civakê xurt bikin. 
 
* Em ê yekîneyên tunduristiyê yên gerok ava bikin.