ÎHD û TÎHV: Îktîdara siyasî li dijî cenazeyan bêhurmetî nîşan daye
- 13:03 25 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, diyar kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan û derve berdewam dike hatiye asta pir kritîk û wiha got: "Tecrîda ku li dijî rêgezên Mandela ya NY'ê û zagonên Tirkiye ye rakin."
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metin Bakkalci, der barê tecrîdê û çalakiyên li dijî teridê ku li girtîgehan û derve berdewam dike li navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyaniya bi sernavê “Mafê Jiyanê jêveneger e ji tecrîdê re na" da û wiha got: “Em dixwazin bibîr bixin ku mafê jiyanê pîroz e. Wekî parazvanên mafên mirovan, em di her şert û mercan de mafên jiyanê diparêzin. Em hemû li dijî politîkayên tecrid û îzolasyonê ne. Lê polîtikayên tecrîd û îzolasyonê didome."
Ozturk, anî ziman ku wan bi iktîdara siyasi re hevdîtin kirine û wiha got: "Me bi îktîdarê re hevdîtin kir û daxwazên girtiyan parve kir. Me diyar kir ku ger daxwazên girtiyan pêk bê dê dawî li çalakiya xwe binin. Ger ku daxwaz pêk bên dê çalakî jî bi dawî bibin. Em li vir carek din bang li rayedaran dikin. Divê li girtîgehê û li derve tu kes jiyana xwe ji dest nedin. Em van çalakiyên ku dawî li jiyanê tînin teqez erê nakin. Em li dijî van çalakiyên ku dawî li jiyanê tînin in. Em di ferqê de ne ku girtî di kijan rewşa derûnî û siyasî de ne. Lê ji bo tecrîd bi dawî bibe nayê qebûlkirin ku kes jiyana xwe ji dest bide. Divê serî li van çalakiyan nedin. Ji bo banga me bê famkirin û bi encam bibe em bang li kesên berpirsiyar dikin ku erka xwe pêk bînin. Divê tecridê rakin. Tecrîd ne di rêgezên Mandella yên Neteweyên Yekbûyî de û ne jî di zagonên Tirkiye de heye. Em bang li îktîdara siyasî dikin ku demek zû erka xwe pêk bînin û tecrîda li girtîgehan bi dawî bike."
Ozturk, bal kişand ser zextên li ser definkirina cenazeyan jî û wiha bi dawî kir: “Malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, mafê wan ê definkirinê hatiye binpêkirin û ji destê wan hatiye girtin. Ev yek li dijî kevneşopî, çand û baweriya malbatan e. Ji aliyê polîsan ve şev nîvê şevê bi lez defin kirine. Ev yek ne li gorî usûl û pîvanên sincî û olî ne. Îktîdara siyasî li dijî cenazeyan bê hurmetî nîşan daye. Em dixwazin ku tecrîdê bi dawî bikin û dawili ve pêvajoyê bînin. Grev êdî ketiye asta krîtîk. Divê êdî destûr bidin heyetên serbixwe yên tenduristiyê têkevin girtîgehan û lêkolîn bikin."