'Heta daxwaza girtiyan neyê qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin'

  • 12:12 25 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Denîz Kaya, diyar kir ku nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê dene û got: "Heta daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji bo şehadetên tên jiyîn em banga hestiyariyê li gelê xwe, sazî û dezgehan, raya giştî ya cîhan û Tirkiyeyê û hemû kesên dibêjin 'ez mirovim' dikin."
 
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Gelê Kurd di 21'ê Adarê de, sedsala 21'emîn kiriye sedsala serkeftinê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn. Kurdan di Rojhilata Navîn de, li dijî DAIŞ'a ku bibû nûnerê kapîtalîzm û hovîtiyê, di roja 21'ê Adarê li Baxozê serkeftine mûtaq avakirin. Ev cejna berxwedanê ya diyarî gelan hat  kirin, di şexsê qehremanên Rojava de carek din gehişt heqîqetê."
 
Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam hatin bibîrxistin û hat gotin, girtî bi biryar in ku heta bicîhatina daxwazên wan berxwedana greva birçîbûnê bidomînin.
 
Di daxuyaniyê de ev peyam hatîn dayîn: "Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di rastiyê de hewldana ji bo bêîradekirina gelan e, li Kurdistanê û her devera dinyayê bi berxwedanê hatiye pêşwazîkirin. Xeta berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl li gelek welatan belav bû û hate destnîşankirin, ev berxwedan nîşan dide ku felsefeya azadkirina jinê û mirovahiyê ya Rêberê Gelê Kurd ketiye meriyetê.
 
'Bawerî û sekeftinê xurtir kir'
 
Ev berxwedana bi rûmet a bi pêşengiya zindanê dest pê kir, bû berxwedaneke gel, roj bi roj mezin dibe. Hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam li Kurdistanê, metropolan û dîasporayê bi çalakiyên xwe yên mezin re li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gotin, ‘Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin’. Şehadeta her çar hevrêyên me hem baweriya me ya bi serketinê xurtir kir, hem jî biryardariya gelê me mezintir kir. Bêguman di pêvajoyên wiha de yên bêhempa, şehadeta asta herî bi rûmet e û ya ku ji me re dimîne, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Nirxê çalakiyên hevrêyên me yên şehîd nirxên herî giranbuha ne. Hevalên me dema ku çalakiya fedayî kirin, di nava fedayîtiyê de fedayîtî kirin, ji bo pêşî li şehadetên gengaz bigirin û şehadetên nû çênebin, bi çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin. Ev niyet û wêrekî ji bo Rêbertî, partiyên me PKK û PAJK û mirovahiyê cihê rûmetê ye.”
  
'Di hefteya lehengiyê de tevlî lehangan bûn'
 
Di daxuayaniyê de sozê bilindkirina têkoşînê hat dayîn û ev tişt hatin gotin: “Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em şehîdên pêngava xwe ya berxwedanê ku di hefteya lehengiyê de tevlî lehengan bûn bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan mezin bikin. Bi 7 hezar kesên tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih werin anîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û afirandina şert û mercên azad ên rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurtir bikin.” 
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, sazî û dezgehan, raya giştî ya cîhan û Tirkiyeyê û hemû kesên dibêjin 'ez mirovim' hat kirin ku bi hestiyar tevbigerin.