'Dê dijmin li her derê têk biçe'

  • 12:12 25 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê di derbarê rizgarkirina Dêre Zorê û tunekirina Çeteyên DAIŞ'ê ya  qonaxa dawîn a şerê li dijî terorê de wiha gotin:"DAIŞ belaya serê hemû cîhanê bû. Gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya xurt belaya serê cîhanê têk bir."
 
Di 23`ê Adara 2019`an de Dêre Zorê ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin, bi vê yekê hemleya tunerkirina Terorê di qonaxa dawîn de bi dawî bû. Ev jî ji bo hemû dayikên şehîdan ên ku zarokên xwe di şerê li dijî terorê de feda kirin bû cihê kêfxweşî û serkeftinê. Bi vî moralî li seranserî bakur û rojhelatê Sûriyeyê şahiya serkeftinê hat lidarxistin. Rizgarkirina hezaran jinî û têkçûna çeteyên DAIŞ'ê hat pîrozkirin.
 
Bi vê boneyê dayikên şehîdan ên li Kantona Kobanê kêfxweşî û hestên xwe  parve kirin.
 
'Têkçûna çeteyan a li Kobanê ber bi Baxozê ve çû'
 
Dayika têkoşer Amed, Emîna Daban têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got:"Têkçûyina DAIŞ`ê ji Kobanê heta Dêre Zorê hatibû dest girtin, ez van serkeftina jî li şehîdên şoreşê li şervanên azadiyê YPJ/YPG û QSD'ê pîroz dikim, dê serkeftinên me berdewam be, heta Efrîna me jî were rizgarkirin."
 
'Têkoşîn û hêza me bilindtir dibe'
 
Dayika têkoşer Peyman, Zehîda Osman  jî wiha got: "Zarokên me di riya azadî û rûmetê de şehîd bûn. Em jî wek dayik çaxa ku me dît jin ji zilim û zorê tên rizgarkirin kêfxweş dibin, em ê tevahî gelên bindest û taybet jinan rizgar bikin, têkoşîn û hêza me bilindtir dibe."
 
'Em ê vê serkeftinê li Efrînê jî ragihînin'
 
Dayika têkoşer Yulmaz, Sewlê Husên wiha got:"Em wek dayikên Şehîdan daxwaza me ew e ku ev çete werin darizandin. Rizagarkirina Baxozê li tevahî Şehîd, gelên azadîxwaz û cîhanê pîroz be, em ê vê serkeftinê li Efrînê jî ragihînin. DAIŞ belaya serê hemû cîhanê bû. Gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya xurt belaya serê cîhanê têk bir."