Kurdên li Beyrûtê Cejna Newrozê pîroz kirin
- 12:04 25 Adar 2019
- Rojane
BEYRÛT - Bi dirûşma "Bi rihê Newrozan û berxwedana Leylayan em ê tecrîdê bişkînin û Efrinê rizgar bikin" Gelê Kurd li Lubnanê Newroza xwe pîroz kir.
Li parka Dilib a Beyrûtê ya paytexta Lubnanê Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî berê xwe dan qada Newrozê û bi dilekî germ Newroz pîroz kir.
Cihê Newrozê bi wêne yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û alên YPG,YPJ'ê hatin xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê hat vêxistin.
Di nav çalakiya Newrozê de axaftin hatin kirin. Her wiha li ser nave rêveberiya Xweser Ebdil Selam Ehmed, li ser navê Yekîtiya Ciwanan Cemîl Yûsiv, li ser navê Yekîtiya Sûryanan Hamo Miskîfan kesên ku axivîn bal kişandin ser wateya vê rojê û giringiya pîrozbahiyên Newroz a îsal û wiha gotin: “Dîsa Gelê Kurd bi serkeftinan Newroza xwe pêşwazî dikin. Ji xwe cûdabûna cejna kurdî jî ew e ku di her Newrozekê de serkeftinek tê bidestxistin.”
Her wiha li ser navê Kongreya Star Hediye Hesen axivî û Newroz li tevahî beşdarvanan pîroz kir û wiha got:"Ev Newroz, Newroza rihê têkoşîna Leylayan e û Newroza berxwedana şervanên jin ên li hemberê terorê ne. Bi serkeftinan dîsa em Newroza xwe pêşwazî dikin, îro vî gelî careke din ji dinyayê re isbat kir ku vîna Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Leylayan bi ser ket. Agirê Newrozê di şexsê van hevalan de geş dibe.”
Piştî axaftinan Koma Welatê Rojê û Koma Şehîd Bêrîtan çend stranên gelêrî gotin. Her wiha Koma Şehîd Rustem Cûdî şanoyeke li ser wateya Newrozê pêşkêş kir. Koma Zarokên Rojava û Koma Şehîd Îlan dîlanek folklorî ya Kurdî lîstin.
Newroz bi kêf û şahî û gerandina govendê heta saetên êvarê dewam kir.