‘Nûjiyan dengê heqîqeta me bû’
- 10:17 25 Adar 2019
- Rojane
Almas Nayif - Nesrîn Hesin
ŞENGAL - Rojnamevan Nujiyan Erhan di 2’emîn salvegera şehadeta xwe de li Şengalê hat bibîranîn.
Rojnamevan Nujiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) di 3’ê Adar’a 2017’an de dema li Xanesora Şengalê nûçe dişopand ji aliyê Pêşmergeyên Roj de hedef hat girtin û ji serê xwe bîrîndar bûbû. Rojnamevan Nujiyan Erhan piştî têkoşîna xwe ya jiyanê ya 19 rojan di 22’ê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan di 2’emîn salvegera şahadeta xwe de li Şengalê hat bîranîn. Bi taybet jî jinên Êzidî anîn ziman ku “Nûjiyan bûye dengê jinên Êzidî û dengê me gihand hemû cîhanê.”
‘Dengê me gihand hemû cîhanê’
Heyat Hecî di 2’emîn salvegera şehadeta Nûjiyan de hestên xwe bi vî awayî anî ziman; “ Em di destpêkê de hemû şehîden heqîqetê bi bîr tînin. Nûjiyan ji bo rastiya derxe holê li berxwe da. Bi taybet jî fermana 3’ê tebaxa 2014’an de êşa ku weke me jinên Êzîdî jiyîne her tim dixwest bi hemû cîhanê bide bihîstin. Di vî alî de bû dengê Jinên Êzidî. Ji bo cîhan rastiya ku hatiye jiyîn bizanibe pir ked da û dengê me gihand hemû cîhanê.”
‘Keda Heval Nûjiyan tarîtî ronî kir û rastî derxist holê’
Heyat Hecî wiha domand:”Keda Heval Nûjiyan tarîtî ronî kir û rastî derxist holê. Ne tenê weke jin rastiya ku em weke civaka Êzîdî dijîn xwest ragihîne. Dema me bihîst Heval Nujiyan şehîd ketiye weke jin û civaka Êzîdî me nexwest bawer bike. Em gelek pê êşiyan. Dema fermanê û heta roja xwe dawî her tim ligel jinên Êzîdî bû. Dema şehîd ket weke parçeyek ji me kêm bû. Heval Nûjiyan di her karî de li pêş bû û rastî dişopand. Dema pêşmerge xwestin erîşî Xanesorê bikin Nûjiyan dîsa li pêş bû. Her tim li dû rastiyê bû. Ji bo vê jî heval Nujiyan bi zanebûn hat hedefgirtin. Nujiyan tu carî dû heqîqetê berneda û her
tim dû heqîqetê meşiya. Piştî ku heval Nujiyan şehîd ket gelek zorakên Êzîdî navê Nujiyan li zarokên xwe kirin. Bi vî awayî û keda ku li ber me dayî Nujiyan her timî di nav me de dijî. Em weke civak û jinên Êzîdî hevala xwe Nujiyan tu carî ji bîr nakin û ji dilê xwe dernaxin.
‘Yên ku dengê me gihand hemû cîhanê Nujiyan û hevalê wê bûn’
Pakize Celal jî di şexsê Nujiyan Erhan de hemû şehîdên heqîqetê bi bîr anî û got; “ Heval Nujiyan li dû rastî û heqîqetê dimeşiya. Wê dixwest êşa jinên Êzidî parve bikin. Her tim di nav me de bû. Em çawa dijiyan ew jî wiha dijiya. Tu carî xwe ji me qut nekir. Weke jin û civaka Êzîdî em çi jiyan heval Nujiyan ev rastî bi hemû cîhane re ragihand. Nehişt rastî di tarîtiye de bimîne. Em weke Êzidî di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de em bi qirkirinê re rû bi rû man. Yên ku dengê me gihand hemû cîhanê Nujiyan û hevalê wê bûn. Ev rastî dihate zanîn. Ji ber vê jî dema êrîşên pêşmergeyên roj ên li ser Xanesorê heval Nujiyan hedef hate girtin.”
‘Êzîdî nahêlin pênûsa rastiyê li erdê bimîne’
Pakize wiha domand:”Şahadeta heval Nujiyan ji bo hemû jinên Êzîdî êşek mezin bû. Em tu carî we ji bîr nakin. Tiştên heval Nujiyan ji bo me kir em nikarin heqê keda wê bidin. Îro li Şengalê bi dehan zarok navê wan Nujiyan e. Em dixwazin xwedî li mîrateya hevala Nujiyan derkevin. Ew bi keda daye her tim di nav me de dijî û nayê jibîrkirin. Şagirtên heval Nujiyan keç û xorten Êzîdî îro pênûsa heval Nujiyan rakirine û li dû heqîqetê dimeşin. Keç û xortên Êzîdî nahêlin pênûsa rastiyê li erdê bimîne.”