‘Daxwaza me ji gel ev e ku dengên zarokên me bidin bihîstin’

  • 09:18 25 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Haşîm Kaynar ku kurê wî Abdurrahman Kaynar di çalakiya greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku piştî kurê wî ketiye grevê li malê xwarin çê nekirine û wiha got: “Em ji jiyana kurê min bi fikar in. Ez tenê tiştekî ji gelê me dixwazim. Bila li dijî grevên birçîbûnê bêhestiyar nemînin û dengê zarokên me li qadan bidin bihîstin.”
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 138’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan ketin grevê jî di roja 100’î de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê ji 5 hezarî zêdetir girtî ketin grevê.
 
Di 10 rojên dawî de li girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet, li girtîgeha Oltu ya Tîpa T ya Erziromê jî Zehra Saglam bi armanca protestokirina tecrîdê dawî li jiyanên xwe anîn.
 
‘Divê daxwazên me li qadan bên vegotin’
 
Haşîm Kaynar diyar kir ku kurê wî Abdurrahman Kaynar ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi 30 hevalên xwe re ji 1’ê Adarê de ye ketine greva birçîbûnê û got: “Yekane riya piştgiriya ji bo girtiyan bê dayîn qad in. Kurê min 4 sal berê bêyî sûc ceza girt. Yekane tişta kurê min kir Kurdbûn bû. Ji ber Kurdî nivîsî hat girtin. Ji 1’ê Adarê de ye bi hevalên xwe re ketiye grevê. Ji roja kurê min ketiye grevê xwarin li mala me çê nabe. Yekane daxwaza min ji gel ev e ku li dijî mirinan bêdeng nemînin.”
 
‘Rewşa wan krîtîk e’
 
Haşîm daxuyakirin ku di 19’ê Adarê de çûye hevdîtina vekirî ya kurê xwe û got: “Rewşa kurê min ne baş bû. Di ketina girtîgehê de em lêgerîn kirin. Cihek nehiştin lêgerîn kirin. Hewlesta wan tund bû. Kurê min her tim bi îrade û xurt e. Di hevdîtinê de min dît ku xemgîn e. Lê em bi hêza ji wî digirin diçin girtîgehê. Divê daxwazên girtiyan li qadan bê ziman. Ez ji xewê û xwarinê hatim birîn. Divê gelê me rabe ser piyan û dakevin qadan. Daxwazên wan daxwazên me ne.”