Elewiyên malên wan hatin nîşankirin banga piştevaniyê kirin
- 09:04 25 Adar 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur û endama SKM MYK’ê Satiye Ok, bi armanca piştevaniya jinên Elewî yên li taxa Yamanlar mala wan hatiye nîşankirin, bang li saziyên jinan kirin.
Li taxa Yamanlar a navçeya Karşiyaka a Îzmîrê malên aydê malbatên Kurd Elewî hatin nîşankirin. Li dijî vê bertek zêde dibin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) a Meclîsa Jinên Sosyalîst Satiye Ok jî bertek nîşanî bûyerê dan. Besriye Tekgur daxuyakirin ku ev parçeyek polîtîkaya cudakirinê ya AKP’ê ye.
Besriyeyê bi lêv kir ku wê HDP di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi awayekî xurt derkeve û got ji ber vê jî serî li polîtîkayên çewisandin û têkbirinê tên dayîn. Besriyeyê wiha got: “Armanca wan afirandina provakasyonê ye.Wê bi ser nekevin. Armanc tirsandin e, çewisandin e. Lê bi tu awayî wê şûnde gavê nedin avêtin.”
‘Hişê civakê wek alava tehdîdê tê bikaranîn’
Satiye Ok jî balkişand ser gotinên wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên der barê Meşa Şevê ya Femînîst de vegotiye û wiha got: “Gotinên weke ‘dema ezan hatiye xwendin hatiye fîkandin’ anîn ziman. Lê van gotinan bandor nekir. Di vê bûyerê de jî wê provakasyon bi ser nekeve. Nûnerên siyasî yên AKP’ê bi taybet jinan jî tehdî dikin. Ji ber di hişê civakê de Mereş û Çorumê şopek kûr hişt. Em ji zarokatiya xwe de dizanin. Zarokên zikê dayikên xwe rastî surgunan tên. Niha hilbijartinan dikin hincet û dîsa li taxên kedkar dîsa olê bi kar tînin û Mereş û Çorumê bibîr dixin. Bi vî awayî peyamê dişînin hişê gel re. Dibêjin ser hûn serî netewînin em ê dîsa bên ber derê we. Em jî li dijî vê hewaya tirsê ligel jinên Yamanlar bin. Ez bang li Platforma Jinan a Îzmîr û Platforma Jin bi Hev re Xurt in dikim ku bi jinên Yamanlar re bikevin nava piştevaniyê.”