Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hat bîranîn

  • 19:44 24 Adar 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) li ser gora xwe ji aliyê rêheval û jinên êzidî ve hat bîranîn. 
 
Rojnamevan Nujiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) Di 2’emin salvegera jidestdayîna jiyana xwe de li ser gora xwe ji aliye rêheval û jinên êzidî ve hat bi bîranîn. Li ser gorê derbarê têkoşîn û jiyana Nûjiyanê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Em soz didin ku em ê kameraya Nûjiyanê li erdê nehêlin û em ê şodarên têkoşîna wê bin." 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Ragihandina Azad a Êzidxanê ve hat dayîn ji aliye Rojnamevan û rêhevala Nujiyan Erhan Delîla Axîn va hat xwendin.
 
Dxuyaniya Ragihandina Azad a Êzîdxanê wiha ye: 
 
"Em di şexsê rêhevala xwe Nujiyan Erhan û Denizan de, Agir Banêyan û Rizgaran de hemû rojnamevanên ku di oxira heqîqet û rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Di ser şehadeta hevala me Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) re du sal derbas  bu. Destpêkê em şerê 3'yê Adara 2017’an ku bi armanc û pîlanên qirêş bi ser gelê me de anîn bi tundî şermazar dikin. Hevala me Nujiyan deme ku xwest van rastiyan bide nişandan, di 3'yê Adarê de, di encama êrîşên hevkarên DAÎŞ'ê  yên pêşmergayên roj de hat hedefgirtin û ji sere xwe birîndar bu. Mîna navê xwe bi girêdana xwe ya jiyanê re piştî 19 rojan jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji me re bû sembola xebatê
 
Me di dem û kêliyên herî zeehmet de hevala xwe Rojnamevan Nujiyan nas ki û bi hev re kar kir. Ji me re  bû sembola xebatê. Me tu carî Nujiyan bê kar nedît. Ew her dem katibu pey tarîtiya ku  ronî bike, da ku wê tarîtiyê vala derbixe. Wê bi dehan keç û xortên Ezidî perwerde kir. Bi sedan çîroken jinên berxwedêr, bi sedan çîrokên fermana 74’an nivîsî. Ew ji me re bu sembola rojnamevantiya azad ku em her dem mîna wê bibin denge civaka xwe ya Êzidxanê. Em bi hêrsa xwe bi êşa xwe ya ku du salin me Rêhevala xwe Nujiyan winda kiriya, soz didin ku em ê her dem li pey doza wê bin û li ser rêya wê bimeşin. Wê kemara û pênusa hevala me Rojnemavan Nujyan li erdê nemîne. Wê tu îxanet bê bersîv nemîne. Em îro şopdarên te ne û li hemberî tarîtiyê di  nava kar û xebatan de ne." 
 
Piştî daxuyaniyê  rêhevalên Nujiyan û jnên êzidî Li ser gora Nujiyanê qurnefîl danîn û cira pêxistin.
 
'Wê her di dilê me de be'
 
Ji jinên êzidî dayika bi navê Hezar Mendî nîrênên xwe derbarê têkoşîna Nûjiyanê de anîn ziman û got: "Îro 2’emîn salvegara Şehadata Şehîd Nujiyan Erhan’e. Em di şexsê Şehîd Nujiyan de hemû Şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Bi îxanetê heval Nujiyan Şehîd ket. Em heval Nujiyan tu carî ji bîrnakin, wê hertim di dilê me de be."
 
'Êşa her kesî parve dikir'
 
Ji rojnemavan û rêhevalên Nujiyan Erhan Argêş Şenglî jî derbarê  Nujiyan Erhan de axifî, Argêş di nava axftinê xwe de bahsa kesayata Nujiyan Erhan kir  û got: “ Îro 2’emîn salvegera Şehîd Nujiyan Erhan’e. Bi rastî  mirov çiqasî behsa kesayet kar û xebatên Şehîd Nujiyan bike kêm dimîne. Heval Nujiyan di nava me de baweriyek û sekneke xurt da avakirin. Heval Nujyan bi xwe ji bakurê Kudistanê bû, wê êşa jinên êzidî êşa zarokên ezidî hîs dikir.  Heval Nujiyan di dile her kesî de cihê xwe girtibu. Her tim di nava gel de bu, êşa gel bi cîhane re parve  dikir.”