Şaredariya Mexmurê ji bo hilbijartinên herêmî daxuyanî da

  • 19:42 24 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Şarederiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê)  ji bo hilbijartinên xwecihî ku di 31 ê Adarê de wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk bên daxuyani da. 
 
Şarederiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  derbarê hilbijartinên xwecihî ku 31 ê Adarê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê pêk bên d daxuyani da û piştgiriya xwe bi bakurê Kurdistanê re ragihand.  
 
Daxuyaniya Şaredariya Mexmûrê wiha ye: “Her tim xwerêvebirin bûye yek ji gavên girîng ên berxwedana Gelê Kurd. Ji bo wê şaredarî, yek ji cih û mekanîzmaya xwerêveberiyê û xizmetguzariya gel a têkûz e.”
 
Qeyûman ji diziyê wêdetir tu tişt nekiriye
 
Dîsa gelê me dît ku qeyûman ji bilî talan û diziyê tiştek ji bo gel nekirine. Ji xwe niyeteke wan a xizmetê jî bikin jî tune bû. Armanc binpêkirina vîn û rûmeta Gelê Kurd bû, lewre bi awayekî der qanûnî û hovane dest danîn ser şaredariyan. Şaredariyên hatin dagirkirin veguherandin navêndên MÎT û baregehên leşkerî. Rê û rêbar, xizmetên ji bo gel bên kirin, piştguh kirin. 
 
Wê hesab bê pirsîn
 
31'ê Adarê ji bo me roja hesabpirsîna ji qeyûm û hişmendiya wan e. Gelê me divê bi vê feraset û hişmendiya ku dawî li faşîzm û mêtîngeriyê bîne, biçe ser sindoqan û dengê xwe bide xwe. Çi dibe bila bibe, divê gelê me yê berxwedêr û azadîxwaz xwedî li erka xwe derkeve dengê xwe bi kar bîne û hesab ji faşîzmê bipirse. Her dengek hesabxwestina ji faşîzmê ye. Tola kiryarên faşîzane yên Erdogan li jêrzemînên Cizira Botan, Surê Amedê kolanên Nisêbinê û hemu warên Gelê Kurd e. 
 
Em wek şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê di berxwedan û têkoşîna xwerêveberiyê de serketinê dixwazin. Hêvî û bendewariya me gelek bilind e ku wê gelê me bi ser bikeve û qeyûman bavêje sergoya dîrokê. Lewre em dibêjin serketin ya gelê me ye. Bi rihê berxwedanvanên zindanan hi hêvî û baweriya Leyla Guven emê teqez bi serkevin.”