Jin û zarokên êzidî ku ji destê DAÎŞ'ê hatin rigarkirin gihîştin Şengalê

  • 19:24 24 Adar 2019
  • Rojane
ŞENGAL-12 jin û zarokên êzidî ku ji aliyê QSD ve di şerê Baxoze de ji destê DAÎŞ’e hatin rizgarkirin gihaştin Şengale. Jin û zarokên ku hatin rizgar kirin ji bo radestî malbata wan werin kirin ji alîye Mala Êzîdî ya li Amudê ve teslîmî Tevgera Jinên Êzîdî (TAJE) hatin kirin.
 
Jin û zarokên êzîdî yên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve jî destê DAÎŞ’e hatin rizgarkirin kefxweşî û spasiyên xwe ji bo şervanên azadiye û QSD'ê  anîn ziman. Kesên ji destê DAÎŞ’e hatin rizgarkirin anîn ziman ku têne şervanên azadiye û hezên QSD'ê  xwedî li wan derketine û ew ji destê DAÎ'ê rizgar kirine.  
 
Jina bi nave Amîna Abdulah ku ji destê DAÎŞ’e hatiyê rizgarkirin kefxweşî û hestên xwe bi vî awayî anîn ziman; “ em weke gelê Êzîdî dikarin bejin ku têne şervanên  azadiyê hêzin QSD xwedî li me derketine. Em îro gelek kefxweş in ku em hatin ser axa xwe û gihaştin malbatên xwe. Em li Baxoze ji aliyê  QSD vê hatin rizgar kirin. me bawer nedikir em rojekê vegerîn ser axa xwe Şengale. Bira û mame min hemû dema erîşî gundê Koço kirin hatin kuştin. Ji malbata min 15 kes ji aliye çeteyên DAÎŞ’e hatin kuştin. Ez niha nizamin kê/kî sax maye an jî ne maye. Ez gelek kefxweş im ku min Şengal careke din dît. Ez spasiya xwe ji şervanên QSD û Mala Êzîdiyan re dikim. 
 
Ez wan şervanan ji bîr nakim
 
 Selua Seydo  jî di destpêka axaftinên xwe de spasiya şervanên QSD'ê  kir û hestên xwe bi vî awayî anîn ziman;  “ Ez gelêki kefxweşim ku ez gihaştim ser axa xwe. Ez spasiya şervanên QSD dikim. Her şervanek ji bo me rizgar bike cane xwe û xwîna xwe  dan. Em wan tu carî ji bîr nakin. QSD roj bi roj jin û zarokên êzîdî yên di destê DAÎŞ’e de ne rizgar kirin. Em bi tekoşîn û berxwedana wan şervanan hatin ser axa xwe. Em dema hatin ji bo derbasî Şengale bibin hikumeta Iraqe roja yekê nehişt em derbas bibin. Korîdora mirovahiyê hatiye girtin. Ev ji bo me gelek zehmet bû. Ji ber ku bi hezaran jin û zarokên êzîdî bi vê korîdora ji qirkirine hatin rizgar kirin. Ev 5 salin em ji ax û ji malbatên xwe qut bûne. Piştî 5 salan me bawer ne dikir ku em vegerin ser axa xwe. Ez gelêkî kefxweş im ku gihaştim ser ax û malbata xwe. Ez tu carî şervanên QSD ji bîr nakim wê hertim di dilê min de bin. ”
 
'Em deyndarên hêzên QSD'ê ne'
 
Teysir Sileman jî anî ziman ku wê di destê DAÎŞ’e de gelek êş û zehmetî dîtiye. Teysîr behsa salên xwe yên destê DAÎŞ’e de bi vî awayî  kir; “ Piştî ku 5 salên bi êş û zehmetÎ tijî me em jiyan îro jî em ji aliyê şervanê QSD ve ji destê wan çeteyan hatin rizgarkirin. em gelek kefxweşin ku em îro gihaştin malbatên xwe. Em dikarin vê bejin ku ji dervî şervanên azadiyê kesekî ji bo me tiştek nekir. Piştî ku em hatin rizgarkirin jî şervanên QSD û Mala Êzîdiyan gelek ji bo me bûn alîkar. Kesekî cane xwe û xwîna xwe di ber me de neda. Em deyndarên hêzên QSD'ê ne “
 
12 Kesên ku hatin rigarkirin û gihaştinê Şengalê navê wan wihya ye; Adiba Mirad Milko  22 salî ji bajaroki Xanesor’e,”  Tesir Sileman 20 salî ji gundê Koço, Solina Sileman 17 salî ji gundê Koço, Nuhad Mirad  19 salî ji gundê Dahul, Almas Dexil 20 Sali ji bajarê Şengal’e, Amina Abdulah Xelef 40 Sali ji gundê Koço, Hediya Ferman  17 Sali ji gundî Solax ye giredayî Şengal’e, Serab Aşur 15 Sali ji gundê Koç, Nadiya Berkat Qasim 40 sali ji gundê Tilizer,  Diyala Ferhan Omer 5 Sali ji gundê Koço, Seloa Seydo 22 Sali ji gundê Tilqeseb, Beyan Mişel 20 Sali ji gundê Girzerik.