Girseya ku astengî nas nekir bi dirûşma 'Şehîd namirin meşiya'
- 15:58 24 Adar 2019
- Rojane
DÎLOK - Girseya ku xwest ji bo Ayten Beçet a ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Lê li gel hemû astengiyan girse meşiya û dirûşma, "Şehîd namirin" berz kir.
Duh Cenazeyê Ayten Beçet ya ku li dijî tecrîdê li Girtîgeha Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî di bin dorpêça polsan de li goristana Yeşîlkentê hat definkirin. Malbat ji bo ku şîna xwe bike ji şaredariya mala şînê xwest lê şaredariya AKP'yî ji bo şînê cih neda malbatê. Li ser vê malbatê şîna xwe li malê qebûl dike. Ji serê sibehê de gelek kes çûn mala ku şîn lê ye û sersaxî xwestin. Di saetên zû ên serê sibehê de jî gelek kes di pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Şahînbey de li bar avahiya HDP'ê kom bûn.
Axaftina parlamenter hat astengkirin
Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydenîz, Semra Guzel, Mahmut Toğrul, Ayşe Acar Başaran, Tulay Hatipogulları, Fatma Kurtalan,Ayşe Surucu,Omer Ocalan,Rıdvan Turan,Nusrettin Maçin û gelek welatî ji avahiyê peya bûn û xwestin ku li ser kolanê daxuyaniyê bidin. Polîs nehişt ku girse wêneyê Ayten hilde û asteng kir. Li ser vê girseyê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.
Girse bi meşê çû mala Şîne
Girseya ku destûr nehat dayîn bi meşê ber bi mala şînê de meşiya. Polîsan xwestin meşê asteng bikin lê li gel hemû astengiyan jî girseyê xwe gîhand mala şînê. Girseyê di meşê de dirûşmên, "Ayten Beçet bêmirine" , "Şehîd namirin", "Kujer Erdogan" berz kirin."
Girseya ku xwe gîhand mala şînê piştî sersaxî ji malabatê re xwest belav bû.